Dema operasyonên derveyê sinor dirêj kirin
Operasyonên dervey sînor nakokî xistiye nava CHPê
Eve demeke li Tirkiyeyê minaqeşeya dirêjkirina dema operasyonên dervey sînor tê kirin û doh dengdan li ser vê mijarê çêbû.
Pirsa dirêjkirina operasyonên dervey sînor nakokî xistiye nava CHPê. Sezgin Tanrikulu cîgirê serokê partiya CHPê û Hisên Aygun parlamenterê CHPê li dor pirsa dirêjkirina operasyonên dervey sînor helwesta xwe diyar kirin û gotin ku hêşta tu çareserî ji pirsgirêkê re nehatiye kirin, ji ber hindê “em dijî dirêjkirina muhleta operasyonên derê sînor in.”
Ji aliyê xwe ve Kemal Kiliçdaruglu serokê CHPê di daxuyaniyekê de got:
– Em dê digel hikûmetê bicivin û dê danustanina bikin, tekoşîna dijî terorê û jinavbirina terorê armanca sereke a Tirkiyeyê ye û eger hikûmet di vî warî de daxaza hindek desthilata bike, em amadene wê desthilata pê bidin, lê belê divê hikûmet jî wê nexşerêyê yaku ji bo tekoşîna dijî terorê amade kiriye bo miletî eşkere bike.
Di encam de doh parlementoya Tirkiye deng li ser dirêjkirina teskera operasyona dervey sinor da û teskere bi dengên 3 partiyan hate qebûl kirin. Ak Partî, CHP û MHP-ê dengê erê ji bo teskerê dan û BDP bi dengên xwe dijê teskerê derketin.