Hevpeyvîn

Hinek kurd pişgiriyek şermok dikin

Kamîran Haco: “ hinek partiyên kurdan duruşma hilweşandina rêjîma sûrî pejirandine û tevlî meş û xwepêşandinên ko li herêmên kurdan pêk tên, dibin..Yên din bi awayekî din piştgîriyeke şermok dikin û hin jî propogandekê dikin ko milet tevlî vê şoreşê nebe.“

 

Rojevakurd: Gelo rewşa bûyeran li Suri çiye?

Kamîran Haco:  Rêjîm bi hemî hêza xwe şerê milet dike..Hemî dezgehên dewletê kirine xizmeta qirkirina şoreşê..Ragihandin, artêş, hêzên ewlekariyê û polis û hwd..Jimara kuştiyan li gor dezgehên navnetewî gihaye nêzîkî  4000 , di nav wan de 225 zarok hene   lê li gor çalakvanan jimar pir ji wa bilintir e..Jimara girtiyan (yên ko ketine girtîgehê de û hinek ji wan hatine berdan) nêzîkî 25000 kes in ko ji wan bi kêmasî 12000 hîna girtî ne..îşkence bi rengekî sîstamatîk li hemiyan bûye di nav wan zarok, û bi sedan tê gomankirin ko di bin îşkencê de mirine..Li gor rapora encumena mafê mirovan ya YM kirinên rêjîma sûrî digihine asta cênosîdan..

Rêjîm hîna li ser idîayên xwe ye ko ew şere têrorîstan dike..Milet jî hîna bi rengekî aşîtiyane xwepêşandanan dike, lê hêdî hêdî dengên ko dixwazin bi çekdarî li dijî hêzên dewletê xebat bikin, bilind dibin..Tirs ew e ko şoreş ji rewşa aşîtiyane berû çekdariyê ve here û ev yek dikare wî çekê wêy exlaqî yê girîng ji dest derxe û zirarê bide şoreşê di warê herêmî û navnetewî de, û herweha hênceta rêjîmê ko ew şerê çekdaran dike, tekez bike..Ev yek bi helwesta cîhanê ve girêdayî û ka çiqasî bi zûtirîn kat wê alîkariya miletê sûrî bikin..

Veqetandina leşkeran ji artêşa Esed bêtir dibe..Xwestina parastina navnetewî ji miletê sûrî re, ji aliyê milet ve, bi hêztir dibe, û hinek dengên ko tevlîbûna hêzên leşkerî ji derve jî bilind dibin..Rewş aloz e, û pir zelal xuya ye ko ne rêjîm ne jî milet gavên bi şûn de na avêjin..Ji herdû aliyan ev tê wateya mirinê..Divê yek ji wan bi ser bikeve..Li gor min bê goman serkeftin ya milet e..Ev rewş bi kêmanî şeş mehî dî dewam dike û ta salekê jî mumkin e dom bike..Sînaryoyên pir tirsnak bo pêşerojê tên gomankirin ji wan şere navxweyî  ye…

 

Rola tevgera kurd di nav çelakiyên dijê rûxandina rêjîma Sûri de çi ye?

Tevgera kurdî gelek partî û rêxistin tê de hene..Ji wan hinek partiyên kurdan duruşma hilweşandina rêjîma sûrî pejirandine û tevlî meş û xwepêşandinên ko li herêmên kurdan pêk tên, dibin..

Yên din bi awayekî din piştgîriyeke şermok dikin û hin jî propogandekê dikin ko milet tevlî vê şoreşê nebe..Ji aliyê din ve xortên kurdan ji roja pêşî ve weke xortên sûrî bi giştî, di nav şoreşê de ne û hemî rojên xwepêşandanan li herêmên kurdan organize dikin û beşdar dibin, û bê çawa (tensîqiyat) ên, xortên ereb hene, weha jî yên kurdan hene û aktîv in..Herweha birek ji ronakbîrên kurd jî bi pênûsa xwe û bi xwe jî beşdarî soresê bûne û tevlî meş û xwepêşandanan dibin..Bi kurtî kurd beşdar in lê di astên cur be cur de, û hîna piraniya partiyan helwesta xwe bi timamî li gel tevlîbûna şoreşê diyar nekirine, û lingek bi şoreşê re ye û yê din li derve ye..!!

Li Turkiyê encama civinekê de, civateke din ya Niştîmanî ya Sûrî hat damezrandin, kurd di nav de hene ev kîne?

Belê Kurd di nav de hene û ez bi xwe bi navê Daxuyaniya Şamê û herweha bi nave Partî jî beşdar bûm, û ji bilî me partiya Yekîtî û Azadî û Şepola pêşerojê ko nûnertiya komek ji partiyên kurdan dikir, û nûnerên xortên kurdan û birek ji nûnerên komelên mafên mirovan yên kurdan, û kesên serbixwe jî hebûn..Lê li gor hinek partiyên din ev partî û kesên beşdar bûn bi timamî nûnertiya tevgera siyasî kurdî nakin, û tê goman kirin ko ji nêzîk wê helwesta xwe di vî warî de, diyar bikin..

 

Di nav partiyên Kurdan de tu hevkariyek heye yan rewş çawa ye?

Belê heye..Di destpêkê de 12 partiyên kurdan hevkariyek pêk anîn , lê pasê Şepola pêşerojê (Mişeèl Temo) xwe ji vê hevkariyê da paş, loma 11 partî îro hîna di hevkariyekê de ne, û hêvî ew e ko ji nêzîk kongrekî niştimanî li dar bixin bo yekbûna helwesta kurdan ..Gav hatine avêtin lê bi rastî pir bi derengî tên avêtin..


Tê gotin ku, bi navê “Şêrên Welatê Kurdan” li rojavayê Kurdistanê hêzeke eskerî hate avakirin. Ev ciye ?

Ta nuha tu agahdariyên min li ser vî tiştî nînin..Lê ez bawer nakim ko pêwîstiya kurdan bi rêxistineke weha hebe, berûvajî ev yek wê zirarê bide pirsa me ya rewa..

 

Gelo pirsa ku, hinek leşker ji artêşê Suri vediqetin û dijê rejimê şer dikin çeweye? Hêjmara wan cikase?

Tê gotin ko jimara wan gihaye 10000 kes, lê kes nikare tekez bike..Rast e ew şer dikin û kemînan ji leskerê Besar Esed û kesên sivîl ko teêdê li miletê sûrî dikin, datînin û wan dikujin..Bi kurtî wan armanca xwe daniye ko miletê sûrî biparêzin..

Cihê daxuyaniya Şamê di nav opozisyona Suri de çi ye?

Daxuyaniya Şamê xwedî ciyekî giring e ji ber ko di wextê ko tu kesî sere xwe li dijî rêjîma sûrî ranedikir (ji bilî tevgera kurdî) Daxuyaniyê serkêşiya rikberiya siyasî li welêt û derveyî welêt dikir..

Herweha ji destpêka şoreşê ve Daxuyaniyê piştgîriya şoreşê kir û roj bi roj gotara wê hate guhertin ta giha ko duruşma miletê sûrî bi rûxandin û hilweşandina rêjîma sûrî, bû duruşma Daxuyaniyê jî..

Bê goman ji Daxuyaniyê bêtir dihate xwestin û zûtir biliviya, lê dîsa jî helwesta wê nuha êdî giraniyê dide  civat,  kongre û civînên ko tê de beşdar dibe, ji ber ko êdî helwesta xwe bi timamî bi şoreşê ve girêda ye û xwestina rûxandina rêjîmê dike û tu diyalogan pê re naxwaze ji ber ko zane bê sûd e, berûvajî hinek lihevkirinên din yên siyasî bi taybet (Heyet Eltensîq ko 11 partî ne, û di nav wan de Kurd jî hene) ko li çarekê digere bê çawa vê rêjîmê xilas bike û pê re bazarekê li ser hesabê xwîna miletê sûrî di bin navê (berxwedana sûrî li dijî Iraîl û imperyalîzmê) û navê (nûjeniyê) ko qaşo ev rêjîm sêkolarîst e û baştir e ko desthilatdariyeke islamî bê ser hikim.

Loma helwesta Daxuyaniyê pir girîng e di vê kêlîka dîrokî de û rê li ber leystikan digre..

Hêjayî gotinê ye ko eger Daxuyaniya Şamê beşdarî Encumena Niştimanî ko vê dawiyê li Stanbolê pêk hatî, ne bûbana, bê goman ev Encumen pêk nedihat û wî seqet bana..Bi rastî di wan civînan de Daxuyaniyê roleke pir pozîtîv leyist ji bo serketina lihevhatinê û yekbûna rikberiya siyasî sûrî, li ser hisabê para xwe û baweriyên xwe..

..(tensîqiyat) gotineke erebî ye û bûye navê rêxistinên xortên şoreşgêr yên sûrî..Tê wateya kordînasyonê..

 


Hevpevîn:Rojevakurd

Back to top button