Nivîsar

Bayîz hişdariya dabeşbûna YNKê dide

Erselan Bayîz endamê polîtbûroya Yekêtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) û serokê berê yê parlamentoya Kurdistanê di nivîseke xwe de hişdariya dabeşbûna YNKê dide û daxwazê ji endamên seroaktiya partiya xwe dike nakokiyên xwe bidin aliyekî û hemû li ser rêbaza Celal Talebanî berdewmiyê bi xebta xwe bidin.

Erselan Bayîz dinivîse: YNK, piştî nexweşketina mam Celal rastî gelek pirsgirêkên mezin yên navxweyî hatiye. Wan pirsgirêk û nakokiyan hemû heval, pêşmergeyên qareman û dost û alîgirên YNKê nerehet kirine. Pirsgirêkên nav YNKê hizir û dîtinên cuda ne li ser pirsên cuda.

Endamê polîtbûroya YNKê helwesta xwe li hember baskên nav YNKê diyar dike û dinivîse: Hemû bask û grpûn nav YNKê ji bo min wek hev in. Hemû endamên YNKê ne, lê eger ew nakokî nehên çareser kirin di kongreya bê de dê YNK rastî karesateke mezin bibe û YNK dê  bo du partiyên biçûk dabeş bibe û kes rehmê pê nabe.

 Erselan Bayîz daxwazê ji serkirdayetî û polîtbûtoya partiya xwe dike ku, rê li pêşiya têkçûna rêxistinên YNKê bigirin û dinivîse: Divê ew heval p birayên, bi taybetî yên xwedî berpirsiyarî li polîtbûroya YNKê û serkirdayetiyê, di asta berpirsiyariya xwe de bin û li şûna biçin cem vê partiyê û dewlat û aliyên din, baştire hev du qebûl bikin û rê nedin tîr ji kevanê derkeve. Hîngê poşmanî fêde nake.

Back to top button