Civak

Beşdarbûna we xema me kêm kir

Bi minasebeta wefata biraziyê min serokê Tevgera Ciwanên Kurdistanê li Sêrtê Dilgeş Bilek , dost û hevalên me, em tenê nehijtin.

Bi hatina xwe, peyamên xwe em tenê nehiştin û şirîkatiya xema me kirin.

Bê guman ew  dilgermiya ku xelkê dayî nîşandan êşa me kêm kir.

Bi vê minasebetê di serî de spasiya birayê hêja, serokwezîrê Kurdistanê û cîgirê serokê PDKê birêz Nêçîrvan Barzanî dikim.

Spasiya hemû berpirs û endamên Partiyên siyasê dikim.

Spasiya hemû kesên ku ji Kurdistana Başûr, ji Kurdistana Rojava , ji Ewropa û bajarên cuda yên Tirkiye û Kurdistana Bakur hatîn ûtevlî  taziya me bûyîn dikim.

Spasiya hemû kesayetên kurd, siyasetmedar, rewşen bîr û nivîskarên xema me parvekirîn dikim.

Spasiya xelkê Sêrtê û taybetî spasiya eşîra jeliya dikim.

Spasiya hemû endam û alîgirên Tevgera Ciwanên Kurdististanê dikim ku bi rojan heryek wek Dilgeşekî amadebûn.

Spasiya herkesekî bi awayekî şirikatiya xema me kirî dikim.

Herî dawî her çikas wacibê xwe rabîn jî spasiya hemû kesên malbata xwe bi xwe dikim.

16.12.2014
Dara Bilek

 

HELBESTEK

Min ji ezmané şìnbiriqandì pirsì,
çima dilé berbangé, li me teng bûye,
çima tava vì welatì me kezebxwìngol kiriye…
Eré, çima daweta keça simoqì temiriye
Kilén Sûbhanì ji çavan rijiye
Eré bira, çima qolinc li ser me bariya
ya keké, te me kir goristana hezkirinan
her yekì me de mezelek kolaye
béje, can keké, cihé te rehet e
li ser dilé me hemûyan de?

Dibéjin hinek bi ciwanì diçin
Qet pìr nabin li ber çavén me
Eré bira ma tu nizanì
hestén me hate kelepçekirin
çavnebariya dijmin me kir kevir
bedena me li hember guleyan bû hesin
Bi çûyina te me xwe bi jiyané girt…

Em bûn emaneta hezkirina te, bira
Em li ser keleha birca belekì de
simbélxwédandayiyé Mem in
Li binya çiyayan de bihna razyana
Li Kobané şemamoka sìnga keçan
Li Şengalé evìna Şems in, hilatìne
Em nobedaré doza te ne, keko
Em çìroka mérxasiya te ne…

Eré bira, Kurdistan e nefesa me
Ji Hewléré hildide ala me
Ji Amedé berxwe dide doza me
Dayik pilingan dinexişìnin
Ji roja sitara vì welatì re…

Eré bira…
Şiìr dinalin, şaìr ji dojehé derbas dibin
Gunehé me ye ev bindestì
Em é ala doza te hildin
Heta roja bihûşté, heta roja azadiyé
Roja daweta serxwebûné de,
Em é te cardin biwelidìnin
Ta ku dilé me géş bibe, Dilgeşo…

Cihé Te bihûşt be Dilgeş Bilek.

Evîn Berçem

Back to top button