Nivîsar

Baxoz li kû dera Kurdistanê ye ?

Baxoz çiye? Li kû derêye? Ji bo çi evqas ji kurdare girînge?

Bersiva van pirsa zelal bibe dê rewşa medya kurd jî bi awayekî baştir bê têgihandin.  Baxoz navçeyek ya Erebane nêzikî bajarê Dere Zorê ye. Li ber ava Firatê ye. Erdnîgarî tu pêwendî bi Kurdistanê re tuneye. Baxoz jî wek gelek deveran kelhek ya rêxistina terorista DAÎŞê bûye.

DAÎŞ li başûrê Kurdistanê hate pakijkirin, li rojavayê Kurdistanê DAÎŞ nemaye. Lê ji bo çi Baxos evkas rojane di medya kurdan de cihê sereke digre? Ji bo çi kanalên kurdî wek pêşbirekî nûçeyên Baxozê belav dikin ? Gelo eger ne hêzên HSD/YPGê li Baxozê şer bikiran , dê evqas di rojeva medya kurdî de bûya? Gelo eger  tenê hêzên hevpeaymanî yan jî hêzên rejima Suriye li Baxozê şer bikiran dê evqas di medya Kurdî de cih bigirta?

Di rastiya xwe de li vê derê gelek bi zanebûn propagandeyek weşartê ya PKKê tê kirin. Zanebûn ya ne zanebûn lê tê kirin.

Dema mirov li nûçeyên di derbara Baxozê de dinêre, tu dibêjî qey Baxoz, nevçeyek ya Hewlêr, yanjî di ber pozê Qamîşlo de ye. Baxoz ne Kurdistanê, tu pêwendiya Baxozê Kurdistanê û Kurdan re tuneye. Lê mixabin şerê dijê DAÎŞê de yê ne li deverên Kurdistanê ne, li Surye û nava Ereban de nêzikî 12.hezar ciwanên kurd hatine şehîd kirin. Li gora daxûyaniyên fermî yên HSDê hêjmara şehîdan 8.700 kesin. Başe kijan vijdan, kîjan siyaset û ehlaq qebûl dike ku bi hezaran ciwanên kurd ber axa Ereban de bêne şehid kirin? Gelo kî rojekî vî hesabî bipirse?

Ev hemû pirs û pirsgirêkên gelek girînd di siyaseta çewt a PKKê de weşartine. PKK û siyaeta wê ya çewt tê fam kirin, lê propagandistên PKKê nayên fam kirin. Sempatîzanên PKKê yên nehînî li ser doza Kurd û Kurdistanê ji PKKê xetertirin.

Ew di bin navên cuda de pişgiriya siyaseta PKKê dikin. Heta ev yek bê kirin û reş û spî ji hev neyê veqetandin, dê bê hemdê xwe hemû alî bi awayekî xizmeta siyaseta têkbirina Kurdistanê bikin. Wek ku niha tê kirin.

Di roja me de û pêşerojê de tehdîta herî mezin li ser serxwebûna Kurdistanê û rêya xeta netewî ya Kurdistanî PKK ye. Heta ev yek neyê fam kirin kesayeta siyaseta siyasetmedarên kurd nastebê û ew dê xizmeta tunebûna xwe bi xwe bikin.

Baxoz nimûneyek biçûke. Çekdarên kurda wek lejyoner li deverên erebî û Baxoz şer dikin.

Gelo kesek dikare bêje ku berjewendiya kurda li Baxozê de heye? Rastiyek heye DAÎŞ çikas kêmbe û ji holê rabe ewkas ji bo kurda başe. Lê divê kurd vê li Kurdistanê bikin. Axa Kurdistanê li himber van teroristan biparêze. Li Suriye herêmên ereban ku bi şerê kurda ji DAÎŞê hatî pakij kirin di dawiyê de radestî hêzên Suriye têne kirin. Mademkî bi vî awayîye kurda çi jê fam kir.

Nûçe/Analîz

Back to top button