
Li gora nûçeya Rûdawê, Bexdayê derbarê parêzgeha Neynewa û bajarê Mûsilê de çend biryar dan. Li gorî wan biryaran, Heşda Şeibî û PKK li navçeyên ser bi parêzgeha Neynewa tên derxistin, Parêzgarê Neynewa jî jikar tê dûrxistin.
Lijneya Derxistina Rastiyan dawî li lêkolîn û lipeyçûnên xwe yên li parêzgeha Neynewa anî, bi 3 xalan raporta xwe belav kir û biryara dûrxistina Parêzgarê Neynewa da. Herwiha biryar da ku Heşda Şeibî û PKK Şingalê vala bikin.
Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî rizamendî li ser lijneyê nîşan daye. Di heman demê de di nav raportê de guhertina fermandarên leşkerî û derxistina komên Heşda Şeibî û hêzên PKKê heye.
Serokê Lijneya Derxistina Rastiyan Usame Nuceyfî dibêje: “Baweriya temam heye ku lêkolîna bilez tê kirin ji bo yekalîkirina pirsgirêkan. Bersiva gelek baş a parlementoyê hebû li ser raporta me ji bo şandina bo aliyê cîbicîkar û dadgehê, daku lêkolîn û çaksaziya bilez li ser dosyeya ewlehiyê û rûbirûbûna gendeliya îdarî û darayî were kirin, ku bi awayekî tirsnak li Neynewayê belav bûye.”
Lijneya Derxistina Rastiyan ji 43 parlementerên Iraqê pêk tê, ku 35 parlementeran îmze kirine. Heta niha 80 îmze jî berhev kirine daku di civînên parlementoyê de deng li ser raportan were dayîn.
Endamê Lijneya Derxistina Rastiyan Şêrwan Dûberdanî dibêje: “Di nav raportê de derxistina PKKê ji navçeya Şingalê û vegerandina rewatiyê ji bo qaymeqam û Serokê Encûmenê heye. Ew xal çespandî ye di nav raportê de ku hikûmet û Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdarî biryar bide ku tenê hêzên rewa li Şingalê bimîne.”
Faris Bêrivkanî dibêje: “Em gihiştine wê biryarê û derket ku parêzgar gendel e. Gelek pere, bi qasî 358 milyar dînar ji bo Mûsilê hatiye terxankirin. 100 milyar ji bo kerta tendirustiyê hatiye terxankirin, lê dema em li Mûsilê temaşe dikin, ti xizmetekê nabînin û ti encamek li hember wê pereyê zêde yê terxankirî nabînin.”
Bi dûrxistina Parêzgarê Neynewayê Newfel Hemadî ku bi gendeliyê û bêrêzîkirina li hember fermanberên dewletê tohmetbar e, Ebdulqadir Şingalî ku Kurd e û Cîgir Yekem ê Parêzgar e, bi wekalet dibe Parêzgarê Neynewayê.