Barzanî: Yekîtiya Jinan bûye dibistanek ku tê de gelek jin û serkirdeyên jêhatî mezin bûne

Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi minasebeta 71 saliya damezirandina Yekîtiya Jinên Kurdistanê got: “Yekîtiya Jinan bûye dibistanek ku tê de gelek jin û serkirdeyên jêhatî hatine perwerdekirin”.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya 71 saliya damezrandina Yekîtiya Jinên Kurdistanê peyamek pîrozbahiyê belav kir û pîrozbahî li endamên ofîsa sekreteriya Kurdistanê û hemû jinên Kurdistanê kir.
Mesrûr Barzanî got ku “Yekîtiya Jinên Kurdistanê rolek girîng di dîroka bizava rizgarîxwaziya gelê Kurdistanê de lîzt û bû dibistanek ku tê de gelek jin û serkirdeyên jêhatî hatin perwerdekirin”.
Mesrûr Barzanî balkişand ser wê yekê ku ewê li ser paraztina mafên jinên Kurdistanê berdewam bin û got: ” Di rêvebirin û pêşxistina şiyanên xwe de em rijdbûna xwe ji bo bihêzkirina rol û pêgeha jinan dubare dikin”.