Serok Barzanî: Rola Yekîtiya Jinan di têkoşîna gelê me û paraztina mafên jinan de diyar e

Serok Mesûd Barzanî eşkere kir ku rola Yekîtiya Jinên Kurdistanê di têkoşîna gelê Kurdistanê de, di naskirin û paraztina mafên jinan de bi awayekî eşkere tê dîtin.
Serok Mesûd Barzanî bi helkefta 71 saliya damezrandina Yekîtiya Jinên Kurdistanê peyamek pîrozbayî pêşkêşî sekretera Yekîtiya Jinên Kurdistanê û endamên ofîsa sekreteriyê kir.
Serok Barzanî got: “Bi boneya 71. salvegera damezrandina Yekîtiya Jinên Kurdistanê, ji dil û can pîrozbahiyên xwe pêşkêşî we, hemû endamên rêxistina we ya têkoşer û hemû jinên Kurdistanê dikim”.
Serok Barzanî di berdewamiya peyama xwe de herweha got: “Yekîtiya Jinên Kurdistanê ezmûnek dewlemend û nedîtî bû ji bo ku jinên Kurdistanê beşdarî jiyana siyasî bibin û dest bi xwendinê bikin. Rola wê ya di têkoşîna gelê me de û di naskirin û paraztina mafên jinan de diyar e”.
Serok Barzanî bal kişand ser wê yekê ku her dem çaverêya Yekîtiya Jinên Kurdistanê bûye ku bibe çavkaniya hişyariya netewî û pîşeyî ya hemû jinên Kurdistanê.