Cîhan

Şam: Heta ku Tirkiye hêzên xwe ji Sûriyê venekêşin, têkilî ne pêkan e

Cîgirê Wezîrê Derve yê Sûriyê Bessam Sabbah di daxuyaniya xwe de ragihand, ku heta Tirkiye hêzên xwe yên leşkerî ji Sûriyê venekêşin, asayîbûna ligel Enqerê pêk nayê. 

Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Sûriyê Bessam Sabbah, ji Sputnikê re axivî û diyar kir ku heger Tirkiye hêzên xwe yên leşkerî ji Sûriyê vekişîne ewê ji Tirkiyê re vekirî bin. 

Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Sûriyê Bessam Sabbah, ji bo normalîzekirina dîplomatîk a di navbera Enqere û Şamê de şertê Şamê dubare kir ku leşkerên xwe ji Sûriyê vekişîne û got: “Heger Tirkiye leşkerên xwe ji Sûriyê dernexe, wê rewşa niha wek dagirkeriyek qanûnî bê dîtin”. 

Piştî ku Wezîrê Paraztinê yê Tirkiyê Yaşar Guler gotibû “Birastî em li Sûriyê aştiyê dixwazin. Serokkomarê me ji bo aştiya Sûriyê bi awayekî ji dil û xurt dixebite” Bessam Sabbah jî bi daxuyaniya xwe bersiv da Wezîrê Paraztina Tirkiyê Yaşar Guler. 

Back to top button