Polîtîk

Kurdistan û Yûnan têkiliyên xwe xurt dikin

Kurdistan û Yûnan di warê çandinî û bazirganî de têkiliyên xwe berfireh û xurt dikin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Hewlêrê pêşwaziya konsolosê nû yê Yûnanê kir û piştî civînê Serokwezîr daxuyaniyek da.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di peyama xwe de anî zimên û got: „Îro me pêşwaziya konsolosê nû yê Yûnanê yê li herêma Kurdistanê birêz Nicholas Steriulas kir. Me pîrozbahiya destbikarkirinê li konsulusê nû yê Yûnanê kir û hêviya serkeftinê di wezîfeya nû de jê re xwest, me amadebûna hikûmeta herêma Kurdistanê ji bo pêşkêşkirina her cûre hemahengiyên pêwîst diyar kir“.

Konsolosê giştî yê Yûnanê jî bi taybetî di warên çandî, bazirganî û çandiniyê de ji bo pêşdebirina zêdetir ya têkiliyên li gel herêma Kurdistanê xwesteka welatê xwe diyar kir.

Back to top button