Civak
Rêveberê Partiya DEMê hat kujtin

Li bajaroka Şenoba (Sêgirk) a navçeya Qilaban a Şirnexê, li dijî Serokê Giştî yê DEMê Ahmet Gun rastî êrîşa çekdarî hat.
Gun ê ku li wesayîta wî hat reşandin li cihê bûyerê mir û kurê wî jî birîndar bû.
Li gundê Taloka yê girêdayî navçeya Şenoba (Sêgirk) ya navçeya Qileban a Şirnexê, wesayîta ku rêveberê Rêxistina Bajêr a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM) Ahmet Gun û kurê wî Abdurrahîm Gun tê de bûn, bi çekan hat reşandin.
Ahmet Gun li cihê bûyerê mir, kurê wî birîndar bû. Hat diyarkirin ku Gun û kurê xwe ji bo berhevkirina daran li herêmê bûn.
Di derbarê nasnameya êrîşkaran de heta niha tu agahdarî nehatine girtin. (MA)