Civak
Barzanî serdana Dezgehê Karsazên Tirkiye(TUSIAD) kir
Li bajarê Stanbulê, Serokê herêma Kurdistanê Mesud Barzanî û şanda pêre serdana dezgehê Karzazên Tirkiye(TUSIAD) kir. Serokê TUSIAD xanima Umit Boyner pêşwazîya Barzanî kir. Di hevdîtinê de behsa rewşa herêma Kurdistanê hate kirin. Boyner da xûyakirin ku, ew dixwazin herêmek ya bazara azad li gel Kurdistanê pêkbînin û berê karsazên Tirkiye bidin Iraqê û herêma Kurdistanê. Boyner berdewambûna daxuyaniya xwe de gote ku hevdîtina wan piranî li ser pirsên bazirganiyê û ekonomiyê çêbûye.
Wezîrê pişesazî û bazirganiya hukumeta Kurdistanê Sinan Çelebî jî da xûyakirin ku rewşa Kurdistanê di ware aramî û asayişê de gelek pêşketiye û bi hemi awayî dikarin werin bazirganiyê li herêma Kurdistanê bikin.