Polîtîk

Barzanî piştevanîya xwe ji bo çareserkirina pirsa Kurd da nîşandan.

Îro serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li cihê mana xwe yê li Stanbolê, kombûnek bi sernivîser û rêvebirên hionek  kovar û rojnameyên siyasîyên bi nav û bangên Turkiye re saz kir…

Di vê kombûnê de, serokê herêma Kurdistanê behsa rewşa siyasî, rêvebirîyê û aborîya herêma Kurdistanê û pêşeroja herêmê, Iraqê û deverê kir.
 
Herweha serokê herêma Kurdistanê serdana xwe ya ber bi Turkiye ve bi serdaneka giring wesif kir û behsa pêwendîyên navbera Tirkiye û herêma Kurdistanê jî kir.
 
Serokê herêma Kurdistanê weha jî got, ku gerek arîşeyên(pirsgirêkên) siyasîyên deverê di rêya diyalogê û li hevtêgihînê de bihên çareserkirin û piştevanîya xwe jî ji bo çareserkirina pirsa Kurd li Tirkiye da nîşandan.

 

Back to top button