Kultur

Rojnamevanê kurd Ehmedî hate dersînorkirin

Rojnamevanê kurd Ehmedî hate dersînorkirin

AMED- Rojnamevanê kurd yê ji rojhilatê Kurdistanê Xalid Ehmediy ku di 31ê nîsanê de li balafirgeha Ataturk hatibû binçavkirin û li Amedê hatibû girtin îro hate dersînorkirin.

Rojnamevanê kurd yê ji rojhilatê Kursdistanê Xalid Ehmedî, 31ê nîsanê de dema ku ji Fînlandiyayê dihat li balafirgeha Ataturk ya Stenbulê ji aliyê ekîbên girêdayî midûriyeta polîsan a Stenbulê ve hate binçavkirin. Ehmediyê di çarçoveya lêpirsînê de piştî 3 rojan di 3ê gulanê de anîn Amedê û li vir jî 5 rojan di bin çav de ma.

Ehmedî, piştî lêpirsîna 5 rojan di 8ê gulanê de derxistin pêşberî dadghe Nobeder û ew li vir bi îdîyaya di nçeyên xwe de “Propagandaya rêxistinê kiriye” û “Endamê KCK’ê ye hate girtin.

Rojnamevan Ehmedî ku welatiyê Fînlandiyayê ye li ser hewldanên balyozxaneya Fînlandiyayê di 27ê gulanê de derxistin dadgehê û pişt darizandinê hate berdan. Ehmediyê ku (persona non grata) kesê nayê xwestin hate îlankirin îro ji deriyê sînor ê Kapikuleyê ku li ser sînorê Tirkiye û Bulgarîstanê ye hate dersînorkirin

Back to top button