Barzanî divê metodê diyalog û aşitiyê bi ser metodê şer û şidetê bikeve.
Felah Mistefa berpirsl têkeliyên derve yê hikûmeta herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de bo radiyoya Azad got ku Mesûd Brzanî serokê herêma Kurdistanê li ser vexwandina serokwezîrê Fransayê Sarkozî serdana Fransayê bike û dê bi rayedarên Fransayê ra behsa pirosesa siyasî li Îraqê û têkeliyên navbera Hewlêr û Parîsê bike,
Mistefa di daxuyaniya xwe de behsa serdana serokê herêma Kurdistanê û şandeya pê ra ya bo Tirkiyeyê kir û got ku di civînê serok Barzanî yên bi berpirsên hikûmeta Tirkiyeyê ra gelek pirs û mijarên giring hatine minaqeşe kirin.
Mistefa got:
– Serok Barzanî dê bi hemû şiyanên xwe hewil bide ku rê li pêşiya şidetê li Tirkiyeyê bigire û hemû pirsgirêk li Tirkiyeyê bi rêyên doyalog û aşitiyê çareser bibie. Û helwesata serok Barzanî di vê çarçoveyê de gelek zelal e û serok Barzanî dixaze metodê diyalog û aşitiyê bi ser metodê şer û şidetê serbikeve.
– Berpirsên hikûmeta Tirkiyeyê daxaz ji serok Barzanî kir ku ew di pêkanîna hikûmeta nû ya Îraqê de rola xwe bilîze û aliyên siyasiyên Îraqê qanî bike ku hikûmeteke bingeh fireh ku hemû pêkahat tê de beşdar bin pêkbînin.
– Barzanî tekîd li ser xurtkirin û berfirehkirina têkeliyan bi Tirkiyeyê ra bi taybetî di warê aborî û bazirganî de kir.