Polîtîk

Barzanî pêşwaziya xwendevanên biyanî kir

Şandeya xwendevanên zankoyên van herdu welatan, behsa mebesta serdana xwe ya ber bi herêma Kurdistanê ve kirin û dan xuyakirin, ku ew dixwazin pêvajoya zanînê û kultura herêma Kurdistanê nas bikin.

Evê şandeyê berî niha serdana welatên Libnanê, Sûriya û Urdun jî kiriye û daxwaz kir, ku ev serdana han bibe egerê xurtbûna peywendîyên navbera herêma Kurdistanê û van herdu welatan.

Serokê herêma Kurdistanê jî şadbûna xwe da nîşandan û tekezî li ser wê yekê kir, ku ev berhemê niha yê li ber çavan dihê dîtin, berhemê xebat û têkoşîna gelê Kurdistanê ye û ev xebata han jî, ji bo paraztina nasnameya neteweyî bûye.

Serokê Kurdistanê got: ” Ji ber vê çendê, em dixwazin hûn evê rewşê ji welatên xwe re bidin nasandin û destê alîkarîyê dirêjî me bikin, ew jî da ku em bikaribin herêma Kurdistanê ava bikin.

Serokê Kurdistanê di gotara xwe de ya ji endamên evê şandeyê re ragihand, ku kultura gelê Kurdistanê kultura lêborînê ye û hemû pêkhateyên herêma Kurdistanê, wek hev bi hev re dijîn û evaya jî, yek ji hokarên (fakterên) serkevtina ezmona herêma Kurdistanê ye.

Back to top button