Kultur

Daxuyaniya Civîna desteya ahebgîsaza tzpkurdî

ENCAMNAME CIVÎNA DESTEYA AHENGÎSAZ A TZPKURDÎ

Desteya Ahengîsaz a TZPKurdî roja 28’ê adara 2010’an civîna xwe ya asayî pêk anî.  Desteya Ahengîsaz rewşa giştî ya siyasî, rewşa xebatên zimên bi berfirehî nirxandin û ji bo dema pêşiya me bernameya xwe ya xebatê derxist. Dema ku civîna me dom dikir, em pê hesiyan ku rojnameya Azadiya Welat dîsa ji bo mehekê hatiye girtin. Em wekî TZPKurdî vê biryarê bi tundî şermezar dikin û piştevaniya xwe ji bo tekane rojnameya xwerû bi kurdî Azadiya Welat diyar dikin. Desteya Ahengîsaz biryar girt ku bi vê armancê kampanyayekê bide destpêkirin.

Dema ku mirov bala xwe dide rewşa giştî ya siyasî mirov dibîne ku kêşeya kurdî ketiye qonaxa çaseriyê, ji ber vê yekê jî gotûbêjên li ser çareseriyê zêde bûne. Lê belê ligel vê yekê jî hêzên navnexweyî û navneteweyî yên komloger dest ji mebesta xwe ya şikandin vîn û îradeya kurdan bernadin.  Divê warî de mirov dikare êrîşa ku roja 4’ê adarê li Brukselê li ser saziyên kurdî pêk hat nîşan bide. Lewre jî ev pêvajo bi qasî ku derfetên çareseriyê di nava xwe de dihewîne,  xetereya şerekî  navxweyî  di nava xwe de dihewine.

Li hemberî vê yekê berxwedan û têkoşîna gelê kurd a ji bo azadî û çareseriyeke rasteqîn didome. Ligel hemû pest û pêkutiyan jî gelê kurd di Cejna Vejînê Newrozê de bi milyonan daket qadan û riya çareseriyê nîşanî her kesî da.  Tevî ev qas êrîş û girtinan beşdariyeke wiha xurt û helwesteke wiha zelal, nîşan dide ku gelê kurd êdî dixwaze çarenûsa xwe bi destên xwe binivîse. Ji bo têkbirina hêzên komploger pêdivî bi bereyekî demokratîk a gelan û yekîtiya neteweyî ya gelê kurd heye.

Her wiha ji bo geşbûna têkoşîna doza azadiyê pêdivî bi geşkirina nasnameya çandî ya gelê kurd ango bi geşkirina têkoşîna parastin û pêşvebirina çand û zimanê kurdî heye.  Mixabin hê jî qada çand û zimên li gorî qadên din qels û lawaz e û nebûye qadeke geş a têkoşînê. Geşkirina têkoşîna çand û zimên dê bi çend aliyan ve pêşiya têkoşînê veke.

Li aliyekî dê hêviya dagirkeran a pişaftinê di qirika wan de bihêle û bîr û baweriya bi polîtîkayên pişaftinê pûç derxe; li ser vê bingehê jî dê polîtîkayên red û înkar qels û lawaz bike.  Li aliyê din jî geşbûna nasnameya çandî ya kurdan dê bîr û baweriyên pûç ên di nava civaka tirk de biguhêre, rê li ber guherîna zîhniyetê veke; pê re jî dê bi berhem û çalakiyên çandî û hunerî têkoşîn rengîntir bibe. Lê mixabin hê aktorên siyasî yên kurd bi girîng û pêwîstiya vê yekê nehesiyane, kesên ku pê hesiyane jî bîr nabin ku ji bo guhartinê xweguhartin pêwîst e. Her wiha em jî wekî TZPKurdî nebûna xwediyê wê hêzê ku ku vê bîr û baweriyê di nava civaka kurd de serdest bikin da ku gel vê yekê li ser siyasetmedarên kurd ferz bike.

Di van çend salan de TZPKurdî bi têkoşîn û xebatên xwe bingeheke rêxistinî û hişmendiyê ya zimanê kurdî ava kir. Her wiha xebatên hîndekariyê bingeha perwerdehiya kurdî jî hêdî hêdî dikin.  Her wekî me li jorî diyar qada zimên wekî qada stratejîk a têkoşîna azadiya gelê kurd xwe bi rêxistin nekiriye.

Xebatên TZPKurdî her çiqas heta radeyekê di nava civakê de bi cih bûbin jî, ew xebat nikarin bandoreke baş li civakê bikin. Piraniya kurdan hê ji xebateke wiha ne agahdar in, kesên ku agahdar in jî bi tenê ji hin çalakiyên wê agahdar in, bi girîngiya wê û têkoşîna zimên nehesiyane. Her wiha di nava qada siyasî de jî cih û girîngiya TZPKurdî nehatiye fêmkirin û pejirandin.

TZPKurdî bi xebatên xwe yên hîndekariyê hêdî hêdî bala civakê dikişîne ser xwe, lê xebatên hişmendiyê hê jî pir qels in. Çalakiyên hişmendiyê ne li gorî bernameyeke birêkûpêk, bi piranî di hin rojên taybet de têne kirin.

Di warê rêxistinî de her çiqas ne li gorî daxwazê be jî xebat her ku diçe berfireh dibe, bi vê armancê li gelek cihan komîsyon û komele hatine vekirin. Di warê hişmendiyê de jî hê tam xebateke birêkûpêk û li gorî bernameyekê pêk nehatibe jî nemaze di rojên taybet de gelek çalakî hatine lidarxistin.

Xebata perwerdehiyê ji aliyê çawanî û çendaniyê her ku diçe bi pêş dikeve. Li gorî raporên ku herêman li seranserî Kurdistan û Tirkiyeyê niha zêdetirî 3 hezar kesî beşdarî kursên TZPKurdî dibin, hejmareke nêzî vê jî kurs bi dawî kirine û sertîfîka wergirtine.

 

PLANSAZIYA GIŞTÎ

BIRYARÊN GIŞTÎ

1- TZPKurdî girtina rojnameya Azadiya welat bi tundî şermezar dike û ji bo piştgiriya rojnameyê bi beşdariya şagirtên kursên TZPKurdî kampanyaya “Destê xwe medin rojnameya min!” dide destpêkirin. Divê hemû meclis û komîsyonên me bi vê armancê daxuyaniyên girseyî bidin.

CEJNA ZIMANÊ KURDÎ

Li Amedê resepsiyon. (şeva 14’ê gulanê)

16’ê gulanê Qoser (mitîng)

15’ê gulanê Cizîr (mîhrîcan)

15’ê gulanê Kop (mitîng)

RAGIHANDIN

1- Ji bo xebatên TZPKurdî malpereke nû hatiye vekirin. Dê li herêman pergala edîtoriyê were avakirin. Xebatên divê bi awayekî rêkûpêk li ser vê malperê cih bigirin.

HIŞMENDÎ

Komîsyona navendî ya hişmendiyê dê xebatên xwe bi rêkûpêk bike, têkiliyê bi komîsyonên herêmî dayne, ji bo xurtkirina bingeha teorîk a xebatên hişmendiyê divê xebateke lêkolînî bike. Her wiha ji bo amadekirina bingeha konferanseke giştî ya hişmendiyê dê pêşî li herêman civîn û konferansên hişmendiyê werin lidarxistin.  DESTEYA AHENGÎSAZ A TZPKURDÎ


EuroKurd News – eurokurd.net

 

Back to top button