Polîtîk
Barzanî ji Îranê vegeriya û dê 5ê mehê serdana Tirkiyeyê bike
Mesûd Barzanî serokê Kurdistê û heyeta pê re duhî, piştî serdaneke durojî, ji komara Îslamiya Îranê vegeriya herêma Kurdistanê û li firokexaneya Hewlêrê ya nevdewletî ji aliyê mezine berpirsên herêma Kurdistanê ve hat pêşwazî kirin.
Serokê Kurdistanî, di serdana xwe ya fermî ya bo Îranê de, digel Elî Xameneyî rêberê bala yê şoreşa Îslamiya Îranê, Mehmûd Ehmedînejad serokomara Îranê, Elî Larîcanî serokê parlamentoyê, Mihemed Reza Rehîmî cîgirê serokomar, Seyîd Celîlî serokê meclisa emniyeta netweiya Îranê, Elî Ekber Salihî wezîrê karênderve û hijmareke din ya rayedarên îranî hevdîtin pêkanîn.
Mesûd Barzanî serokê Kurdistanê dê 5ê vê mehê serdaan Tirkiyeyê bike û dê digel serokomar, serokwezî û wezîrêd erve yê Tirkiyeyê bicive.