Panela Melayê Cizîrî Bi Coşek Mezin Li Darket
BATMAN- li Navenda Çandê ya Nû Komeleya Nûbiharê Panela Melayê Cizîrî li darxist. Panel di runiştinekê de, bi xwendina Qur’ana pîroz û xwendina fatîhê li ser giyanê kesên ku di erdheja Wanê de jiyana xwe ji dest dane destpêkir. Paî vexwendina panelîstên panelê Dekanê Malniîn yê Fakulteya Îlahiyatê ya Zanîngeha Dîcleyê, Prof. Dr. Abdulbaki Turan, Serokê Beşa Kurdî li Zanîngeha Mêrdîn Artukluyê Doç. Dr. Abdurrahman Adak û Nivîskar û Lêkolîner Serdar Yılmaz berdewamkir.
Doç.Dr. Abdurrahman Adak- Li ser jiyana Melayê Cizîrî rawestiya. Bi hûrbînî behsa jiyana Mele Ehmedê Cizîrî kir. Behsa tedrîsata Mela ya ilm kir.Li ser mezinbûna Mela di wêjeya Kurdî de bi berfirehî rawestiya.
Nivîskar û Lêkolîner Serdar Yılmaz- Li ser bandora Melayê Cizîrî li alimên Kurda axift û axaftina wisa berdewamkir:
Ew dişairê yekemin yê Kurdî herî mezin û helbestvanê herî mezin yê sofitiyê ye. Melayê Cizirî ew kesê ku Ziman kurdî bi zanayê kurda daye heskirin û daye îspatkirin ku bi zimanê kurdî ragihandina manevi di asta herî bilind de dikare bêkirin. Bi vê heskirinê jî, piştî Melayê Ciziri, pir kesan, bi cesaret, bi tena serê xwe , li zimanê Kurdî xwedî derketine. Melayê Cizirî ew kesê ku bûye sebebê Kurd ji eşqê bêpar neminin û Kurd hînî eşqê kirine.