Alayê Kurdistanê û hewlên meşxûlkirina kurdan

Alayê Kurdistanê û hewlên meşxûlkirina kurdan
Taha Berwarî, wezîrê spor û gêncan yê berê
Pirsa daxistina alayê Kurdistanê li ser saziyên fermî li Xaneqînê, bi biryara hikûmeta Bexdayê, minaqeşeke mezin bi xwe re anî. Ya ku bala min kişandî ewe ku heta nuha, tevî ji bo hemû aliyan eşkere ye jî, lê helwestekî resmî û yekgirtî ji aliyê Firaksyona Kurdistanî ve, ka çavkaniya wê biryarê kiye, nîne!
Min gelek caran behsa giringiya hebûna acendayeke netweî ya hevbeş, hişiyar û armancadar kiriye, her ji wê dema berpirsyariyeke fermî min hebû û heta nuha jî ez hewla azirandina vê pirsê didim. Eger em xwe bi zaniyarîyên dirust, pilanên jîr û acendayeke netewî a federalî çekdae nekin, hîngê ne bi tenê pirsa ala, lê takrew û nasyonalîstên ereb her rojê bi bernameyekî cuda û pilanên amadekirî, êrîşî ser me bikin û dê me bi wan pirsên ji bo me giringin ve mijûl kin daku, me ji destkeftiyên me û xebatên ji bona cîbicîkirina mafên destûrî dûr bikin, ew jî bi mexseda:
• Xetimandina destûra federalî.
• Vegeriyan bo hikûmeteke senralîstîya xweferizker.
• Jinavbirina tev destkeftiyên giringên xelkê Kurdistanê
Ev rastyeke û kes nikare înkar bike ku sentralîstên tundrewên ereb, kurdan li Îraqê weke grûpeke bêbawer û xerîb dibînin û bi dîtineke emnî reftarê digel kurdan dikin. Eger sentralîstên tundrewên ereb li ser gelek pirsan li hev nekin û giriftariyên mezin di navbera wan de hebin jî, lê ew li ser kêmkirina hêz û tesîra kurdan li hev dikin û di vî warî de xwedî bername jî ne.
Di meseleya biryara daxistina alayê Kurdistanê li deverên veqetandî ku, vê dawîyê ew mesele li dijî kurdan hat azirandin de, ez ecêbgirtî mam ji gotinên hindek nûner yan berpris û rewşenbîrên kurd li heber wê pirsê ku mihawleya bişexsîkirina wê pirsê dikirin, weke wê be ku her giriftariyeke kurd û Bexdayê bi berpirsekî ereb yan bi wezîrê wezaretekê yan bi berprisê saziyekê li Bexdayê ve girê didin û xwe ji wê rastiyê didin aliyekî ku hokarê pirsgirêkên navbera kurdan û Bexdayê ewe ku, Bexdayê bawerî bi sîstema federalî li Îraqê nîne û li hember mafên destûriyên kurdan û ji bo ku kurdan meşxûl bikin û wextê winda bikin bi şarezayî dilîzin.
Ew xwevedizîna ji mafên destûriyên kurda li Bexdayê tê kirin baweriyeke bala deste di hikûmeta Îraqê de û piraniya nûnerên kurdan jî jê vê agadar in. Lê dema kar tê ser analîzekirin û derxistina rastiyan ji aliyê nûnerên kurd ve, libarçavgirtina tiştekî be yan bi mexsed be yan jî ji tênegihiştina hindekan be, mihawileya jirêderxistina rastiyan tê kirin û ditirsin bi eşkereyî behsa aliyê berpris bikin.
Her çiqas ew kartên ku hikûmeta Îraqê kurdan pê meşxûl bike gelek in ku, min di nivîsên xwe yên berê de behisa hindekan kiriye, lê pirsa daxistina alayê Kurdistanê li Xaneqînê û daxuyaniyên hindek berprisan ku, di bereyê bergirîkiirnê ji siyaseta hikûmeta Îraqê de bûn, qaşo ew ne siyaseta hikûmeta Îraqê ye, min neçar dikin ku, li ser dîtina hikûmeta Îraqê bo alayê Kurdistanê û qebûlkirina wî weke alayê herêmeke federal di çarçoveyê Îraqê de, mînakekê bi belgeyên zîndî berçav bikim;
Wê dema ku, ez wezîrê spor û gêncan bûm di kabîneya pêncê ya hikûmeta herêma Kurdistanê de, di 17-19.02.2009ê de min bi serokatiya heyetekê ku ji rêvebirên giştî, rawêjkar û pisporên wezaretê pêk hat bû, serdana Bexdayê kir û digel hevpîşeyê xwe birêz Casim Mihemed Cafer wezîrê spor û gêncan yê hikûmeta Îraqê ku, nuha jî wî ew post heye, civiyam. Berî em biçin Bexdayê me reşnosê pirotokolekî amade kir û bi dîtineke kurdistanî, ji hemû aliyan ve analîz kir, bi rawêj digel aliyên peywendîdar me ew reşnos bo Bexdayê şand daku ew jî têbîniyên xwe li ser diyar kin, piştî hindek destkariyên biçûk me biryar da ber bi Bexdayê bi rê kevin. Rewşa stadyoma werzişî ya navnetewî ya bajarê Kerkûkê û ew malên di wê stadyomê de dijiyan yek ji wan mijarên sereke yên hevdîtina me ya siyasî bûn. Em gehiştîn wê biryarê ku saet 10ê spêdeya roja 19.02.2009ê pirotokol, bi amadebûna kanalên mediyayê, îmza bikin. Di dema destnîşankirî de li avahiya wezareta spor û gêncan ya hikûmeta Îraqê gelek kanalên ragehandinê amade bûn. Bê guman di serdaneke bi vî awayî bo karekê resmî me alayê pîrozê Kurdistanê amade kiribû ku, di dema îmzakirina pirotokol de li tenişt alayê Îraqê deynin. Cenabê wezîrê Îraqê ku pêştri li ser danan alayê Kurdistanê razî bibû, got ku li ser meseleya danan alayê Kurdistanê li wezareteke federal di dema îmzakirina pirotokol de, divê pisyarê ji birêz dr. Elî Elaq sekreterê giştî yê civata wezîrên hikûmeta Îraqê bike, dema pirs kirî, bersiva birêz sekreterê giştiyê civata wezîrên Îraqê ku, redkirina danana alayê Kurdistanê bû, em şok kirin.
Dema me ev bersiv bihîst, me yekser peywendî bi serokatiya civata wezîrên herêma Kurdistanê kir û me meseleya îmzakirina pirotokol û alayê Kurdistanê jê re behis kir. Serokatiya civata wezîrên herêma Kurdistanê got ku divê alayê Kurdistanê jî hebe û li dor çewaniya danana alayê Kurdistanê jî çend şîret kirin. Min ew bersiv gihande hevpîşeyê xwe yê îraqî, lê ew amade nebû biyara sekreterê giştiyê civata wezîrê Îraqê bin pê bike. Me jî ji wan re got ku eger alayê Kurdistanê li tenişt alayê Îraqê neyê danan em tu pirotokola îmza nakin. Piştî çîreke dirêj em li ser wê yekê rêkeftin ku bêy alayê Kurdistanê û bêy alayê Îraqê û dûr ji çavên kamereyan pirotokol bê Îmza kirin û me wisa kir. Me qebûl nekir ku ew mesele li gor dilê wan bi ser me de derbas bibe.
Behiskirina vê mînakê, li dor meseleya pirsa daxistina alayê Kurdistanê li Xaneqînê, berçavkirina belgeyekî bê şik e ku ew siyaseta sentralîstên erebe li hember Kurdistanê û redkirina avakirina herêmên serbixwe yên weke herêma Kurdistanê ye. Ji ber hindê êdî ne pêwîste û bê fêdeye em xwe û xelkê xwe bixapînin ku redkirina mafên destûriyên Kurdistanê û ew astengiyên tên çêkirin, siyaseta hindek kes û aliyên diyar kiriye. Divê her ew îsrara me ji bo bilinkirina alayê Kurdistanê kirî û redkirina her karekî bêy alayê Kurdistanê ku, nasnameya Kurdistanê ye, bersiva hemû wan pîlanan bidin ku ez piştrastim bê encam nabin.
Bi baweriya min pirsa alayê Kurdisatnê û ew aloziyên vê dawiyê ji bo kurdan hatin çê kirin, divê ji bo Kurdistan bibin dîmahîk pirs û dîmahîk karta li dijî kurdan tê bikaranîn û kurdan pê meşxûl dikin û herêma Kurdistanê jî wê yekê bizane ku:
• Sîstema federalî li Îraqê pêwîstî bi pilaneke armancdar u karekê bi şev û roj ji aliyê herêma Kurdistanê ve heye, ji ber ku aliyên din ne meyldarê sîstema federalî ne.
• Pêwîstiya herêma Kurdistanê bi pisporên taybet heye ku berdewam li ser van pirsan afrandinê bikin û ji sozên zirarmend dûrbikevin.
• Divê em li ser hokarên esasî yên meseleyê kar bikin ne li ser verêja wan.
• Divê nûnerên herêma Kurdistanê li Bexdayê vê pirsê bixin acendeya parlamentoya Îraqê, daku qanûnek jê re bê derxistin û êdî em rastî biryarên mîzacî li Bexdayê nebin.
• Giringe em ji wê lîstika li Bexdayê tê kirin haydar bin daku, firset ji destê me neçin û li şûna ku pirsgirêkê li Bexdayê çareser bikin, hawerdey (export) Kurdistanê nekin. Em têbigihin û xwe ji wê rastiyê neveşêrin ku, yaku li Bexdayê tê kirin ne biryara şexsen e, lê mixabin helwestekî hevbeş ê ereba ye.
Têbînî:
Ev gutare li Govara Civil hijmar 105 li 29-10-2011 belav boye u Rojeavkurd kirye kirmancî