Polîtîk

Duhok Wane yek ax û zimane yek xem û kovane

Bi armanca komkirina alîkariyê bo lêqewmiyên erdheja Wanê, Vin Produktion bi hevkarî digel grûpa dewletbûnê dê di roja pêncîemiyê 03.11.2011ê li jêr dûrîşmê (Duhok Wane, yek ax û zimane, yek xem û kovane) li hola Mihemed Arifê Cizîrî konsertekê bo hinermendên Duhokê saz bike.

Kawîn Cîhad li ser navê Vin Produktion ji rojnameya Evro re got:

– Wek wezîfeyeke netewî û niştimanî rêvebiriya Vin TVê bi hevkarî digel grûpê dewletbûnê xwest ku alîakriyeke biçûk jî be pêşkreşî mexdurên erdheja Wanê bike. Ji bo vê armancê jî me peywendî bi çend hinermend û stranbêjên Duhokê kir û wan jî bi dilxweşî ve amadeya xwe nîşan da kum bi huner û stranên xwe beşdariyê bikin.

Cîhad di berdewamiya axavtina xwe de got:

– Ev konserte bi beşdariya hinermendan Hesen Şerîf, Karwan Kamil, Bilind Îbrahîm, Şaban Silêman û tîma Riyad ya muzîkî dê bê saz kirin û dahatiyê kinsertê jî dê ji bo lêqewmiyên erdheja Wanê bê şandin.

Rojevakurd

Back to top button