Polîtîk

Barzanî ji bo despêkirina diyalogê hewl dide

Karayilan di hevpeyvînekê de ligel Rûdawê di vî warî de got: “Ew bingeh nemaye ku carek din Kurd li dijî hev şer bikin. Di wê derbarê de baweriya min bi siyasetmedarên Kurd û sozên wan heye.”

Murad Karayilan eşkere kir ku niha ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê ve hewldanek ji bo çareserkirina pirsa Kurd bi awayek aştiyane ya li Bakurê Kurdistanê li holê ye: “Serokê Herêma Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî di nava helwdanên çareseriyê de ye, ji bo pirsa Kurd bi awayek siyasî bê çareserkirin. Em wan hewldanan giring dibînin. Em jî bi awayek bingehîn dixwazin ew pirs bi awayek siyasî û diyalogê bê çareserkirin.”

Serokê Konseya Rêveber a KCKê Murad Karayilan piştrast kir ku guftûgoyên rasterast navbera PKK û Hikûmeta Tirkiyê de hebûn û wiha pêdeçû: “Di 5 salên borî de hinek peywendiyên me ligel dewleta Tirk dirûst bûn. Di nava du salên yekemîn de ew peywendî bi rêya çend dostan dihat rêvebirin û di van 3ê salên dawî de me rûniştinên rasterast saz dikirin.”

Herwiha Karayilan eşkere kir ku dewleta Tirk protokola Abdullah Ocalan a derbarê çareseriya aştiyane gihand wan û got, ew şand bi xwe bi wê protokolê razî bûn: “Lê Serokwezîr (Receb Tayîp Erdogan) red kir.” Karayilan destnîşan kir ku “Niha jî çend alî dixwazin proseya siyasî bidin dest pê kirin. Di vî warî de helwdanên kek Mesûd û çend aliyên din jî hene.”

Karayilan di beşek din a hevpeyvîna ligel Rûdawê de operasyona hevbeş a navbera Îran û Tirkiyê ya li dijî PKK û PJAK dûr dibîne û got: “Niha navbera Îran û PJAKê de agirbest heye, agirbesta navbera herdu aliyan de jî berdewam dike. Ev tiştek başe û ji me re cihê dilxweşiyê ye.”

Serokê Konseya Rêveber a KCKê Murad Karayilan di beşek din a axaftinên xwe  de bilêv kir ku ew çek danîna rêxistina ETA ya li herêma Bask a Îspanya bi biryarek rast û dirûst dibînin: “Ji ber hatina pêş a Hikûmeta Îspanya ya di vî warî de bo armanca çareseriyê, erênî bû.” Herwiha Karayilan got ku ger ew bingeh li Tirkiyê dirûst bibe û mafê xwe rêvebirinê bê dayîna Bakurê Kurdistanê; “Em jî wê dest ji çekan berdin.”

Back to top button