Vîdeo

Naveroka Hevpeyvîna Serokê Herêma Kurdistanê li gel kanala asîmaniya Al Arabiya

Êvariya roja înê 29.10.2011 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li gel Bernameya Nuqte Nîzam ya kanala Al Arabiya hevpeyvînek saz kir ku eve jî naveroka wê hevpeyvînê ye:

 

* Cenabê Serok min hez kir di derbarê wê yekê de pirsiyarek ji we bikim li dema vekişana Emerîkiyan cenabê we hişyariya şerê navxweyî da, gelo ev nêrîna we ji ber çiye?

 

– Serokê Herêma Kurdistanê: Wekî şîroveyek li cem dirustbû ji ber ku bingeha xwe heye. Vekişana hêzên Emerîka jî dibe ku rê ji bo wê xweş bike ku xwedê neke şerekî navxweyî dirûst bibê, bingeha xwe hebê û vekirî bê û wekî berê nebê ku rû bide û paşê rawestê.

 

* Lê belê li gor nêrîn û baweriya we Kurd jî dibe beşek ji vî şerî?

 

– Serokê Herêma Kurdistanê: Kurd wekî herdem wê rola xwe ya ku rê li ber girtina vî şerî bigrin de dibînin û tu demek nabin aliyeke ji vî şerê navxweyî.

 

* Çi tiştek wiha li we dike ku ji wê yekê bi bawer bin ku hun jî nabin beşek ji vî şerê navxweyî ku renge Sunne û Şî’e û Kurd têda beşdarî bikin?

 

– Serokê Herêma Kurdistanê: Me berî jî diyarkiriye ku tu demek em beşek nabîn ji wê gengeşeya mezhebiya ku heye û tu demek jî nabîne beşek ji wî şerî.

 

* Lê belê eger ev metirsî hebê gelo Emerîkayî rola xwe li vê gurbûn vê gengeşeyê de hebû?

 

– Serokê Herêma Kurdistanê: Hebûna Emerîkiyan rêgiriyê li dirûstbûna vê rûdaw û girfitan nekir. Lê belê li heman demî da rola wê yekê hebû ku nehêlê berfirehtir û vekirîtir bibê.

 

* Li beramber da niha behsa mayîna beşek ji meşqkarên(fêrkerên) Emerîkayî tê kirin. Bi bêyî hesane wekî wê yekê tê behskirin û me bihîstiye bi hevbendiya li navbera lîsta Iraqiyan bi lîsteya Kurd ve jî gelo ev pirs çareseriya kêşeyê dike yan dibê sedemek ji bo nehatine holê ya pêşbîniya we ya di derbarê şerê navxweyî da?

 

– Serokê Herêma Kurdistanê: Bi nêrîna min hejmar û qebareya hêzan ne giringe, lê belê mayîna Emerîka heta bi cîhkirina hemû pabendiyên bi gihandina Iraqê ya pêvajoyeke aram û hebûna artêşek û hêza çekdariya Iraqê ku amadebê û şiyana parastina ax û asmaniya Iraqê hebê belê mayîna van hêzan dibe ku yarmetiya rûnedana vî şerî bide.

 

* Parastina ax û asîmaniya Iraqê ji kî?

 

– Serokê Herêma Kurdistanê: Ji her êrîşek.

 

* Bi pileya yek ji kî?

 

– Serokê Herêma Kurdistanê: Aliyekî diyarkirî tûne, lê belê niha asîmana Iraqê bi bêyî hebûna Emerîka vekiriye.

 

* Bila biçim ser pirsekî din ew jî peymana Aprîl(Nîsan) ku niha li rûye û zehmetiyekî zêde bûye û cenabê we xwediyê wêne û pêkanîna Hikûmetê encama wê bû û gelek tişt jî nehatin bi cîhkirin bi taybetî ewên bi Kurd ve pêwîst bê gelo niha berev asta bi cîhkirinê ve diçe?

 

– Serokê Herêma Kurdistanê: Ew destpêşxeriya ku sala derbasbûyî min ragihand bi armanca pêkanîna Hikûmetê bû, destpêşxerî jî li pêkanîna Hikûmet û rûniştina Parlemenê bi serket û Serok Komar û Serokê Parlemen jî hatin hilbijartin niha jî qonaxeke dinê wê destpêşxeriyê ye li berpirsiyariya hêz û aliyê siyasiyane ku birgehên din bi cîh bikin, raste nakokî û girift hene ez wan înkar nakim lê belê li van demên dawî de şandek çû Bexda û li gel aliyê siyasiyan û Hikûmet û Cenabê Serok Wezîran civiya û wekî ku wan birayan jî bi min ragihandin encama wan guftûgoyan heta radeyekî gelek erênî ne.

 

* Hinek kes dibêjin benda nihênî hene li wê peymanê de li dema xwe eger pêvajo ji aliyê we ve gihişte radeyek ku nekarin tehemûl bikin radigîhînin weku guşarek li ser Hikûmetê heta xwest û daxwazên we bi cîh bike?

 

– Serokê Herêma Kurdistanê: Hemû bendên destpêşxeriyê wekî xwe hatin ragihandin.

 

* Tu bendekî nihênî nebû?

 

– Serokê Herêma Kurdistanê: Nexêr tu bendekî nihênî tûne belku ewê li serê rêkketibûyîn me ragihand.

 

* Weku xwediyê wê destpêşxeriyê çi tiştek li ber destê we heye wekî bandor û zext xistina li ser aliyê pêwendîdaran, bi yarmetiya kesên din li nav Parlemanê wekî mînak vekişandina baweriya ji Hikûmetê?

 

– Serokê Herêma Kurdistanê: Pêwîste tekez li ser pabendbûna bi destûrê bikin, eger her aliyek pabendî destûrê bibe wê demê gelek bi hêsanî dikarin li ser giriftan da serbikevin lê belê girift li wir daye her aliyeke destûrê li gor mîzaca xwe lêkdidin.

 

* Carekî din hun naxwazin bibêjin kî xetabare? Gelo her du alî li tefsîrkirina destûrê de xetabarin?

 

– Serokê Herêma Kurdistanê: Bi nerîna min nabê tenê aliyek bi berpirsiyarê hemû pêvajoyê tometbar bikîn lê belê bi pileyek serkirdayetiya dewlet bi pileyek li vî warî de berpirsiyare.

 

* Ku wate hun behsa birêz Malîkî jî dikin?

 

– Serokê Herêma Kurdistanê: Belê, ji ber ku ew Serok Wezîre û serkirdeyê giştî yê hêzê çekdarane û desthilata xwe heye, ji xwe ji hemûyan zêdetir tehemmula berpirsiyariyê dike.

 

* Têgotin ku hun tenê behsa wan pirsan dikin ku bi Kurd ve pêwîste yek ji wan jî maddeya 140 û Kerkûk û navçeyên veqetandî, pirsa neft û xaz zêdetir ji pirsên dinê Iraqê, ev axaftin rastin?

 

– Serokê Herêma Kurdistanê: Li rastiyê da pêvajoya Iraqê bi giştî ji bo me girînge, giringîdana van jî tenê ne ji bo Herêma Kurdistane, bi berevajî ve. Belê ji bo me girînge pêvajoya Herêma Kurdistanê baştir bibê û girift bêne çareser kirin lê belê pêvajoya Iraqê jî hevbeşiya rasteqîne û federalîzm û demokrasî û pabendbûna bi destûr bi hemû gelê Iraqê ve pêwîste û em girîngiya van pirsan jî nîşan didîn.

 

* Birêz Barzanî hinek zanyar hene dibêjin şanda Kurdî ku çûye Bexda geşbîniya xwe li hebûna çareseriyekî navîn di derbarê pirsa neft û xaz ve heye.

 

– Serokê Herêma Kurdistanê: Li destûrê da gelek bi rûnî hatiye ku çawa têkilî li gel vê babetê da têkirin, tefsîrekî yek alî ji aliyê Hikûmeta navendî ve ji bo destûrê heye.

 

* Lê belê Hikûmet jî dibêje we yek alî tefsîra wê kiriye?

 

– Serokê Herêma Kurdistanê: Em amadene destûrê wekî xwe bi cîh bikin û herdem jî me gotiye li her birgeyek da me şaşî kiribê em amadene wê şaşiya xwe serrast bikîn.

 

* Gelo nûçeya xweş di derbarê maddeya 140 jî anîne?

 

– Serokê Herêma Kurdistanê: Belê wan dûpat kirine ku bingehek ji bo çareserkirina hemû giriftan daniye, lê belê encam li bi cîhkirinê de daye ne ku soz danê daye.

 

* Lê belê birêz Barzanî berî sefera we ya derve we pêşî li maddeya 140 girt û çûne Xaneqîn û we Pêşmerge bir wir ji bo parastina pêkhata Kurdên wî bajarî wekî ku eve wiha bê hun dewletekî Kurdî ya serbixwe birêve dibin?

 

– Serokê Herêma Kurdistanê: Berî hemû tiştek Xaneqîn bajarekî Kurdistaniye û tenê rejîma pêşî jî tu rojek di derbarê nasnameya Xaneqîn ve guftûgoyê li gel me nekiriye, raste ez çûme Xaneqîn û mafê mine biçim Xaneqîn û biçim her bajarekî Iraqê. Çûna Pêşmerge jî ji bo vî bajarî tenê ne ji bo parastina pêkhatekî diyarîkiriye belku ji bo parastina hemû pêkhatên bajarê ku ji aliyê terorîstan ve tûşî çendîn helmetên terorîstî bûn. Lê belê Kurd berê jî tûşî êrîşên nîjadî hatin û Hikûmeta navendî parastina wan de îhmalê kir û wan ji bîr kir.

 

* Kî wan kirdarên êrîşên nîjadî li wir li dijî Kurd kir?

 

– Serokê Herêma Kurdistanê: Ewê ku me nîgeran kir hebûna çendîn yekîneyên Polîs û Artêşê bû ku destê wan li gel wan terorîstan de hebû.

 

* Gelo we wan tiştan bi Hikûmeta navendî gihand?

 

– Serokê Herêma Kurdistanê: Belê wan hemû zanyariyan me bi navendê gihand.

 

* Hikûmetê çi kir?

 

– Serokê Herêma Kurdistanê: Peyman li ser dirûstbûna hêza hevbeş ya ji bo parastina navçeyê hate kirin. 

 

* Erkê Pêşmerge weku beşeke ji artêşa dewletê li wir yan tenê hêza Kurd?

 

– Serokê Herêma Kurdistanê: Pêşmerge beşeke ji sîstema parastina Iraqê, Pêşmerge li wan navçeyan bi hemahengiya li gel yekîneyên artêşa Iraqê kar dikin û yek alî kar nakin.

 

* Birêz Barzanî we êrîşa anîna hengavên mezintir kiriye ku ji otonomiyê zêdetir bê bi wateya biryardana mafê çarenûsê kiriye eger pabendbûn bi destûrê nebû, gelo ez baş we dixwînim?

 

– Serokê Herêma Kurdistanê: Li destûrê da hatiye bi cîhkirina vê destûrê mîsogeriya yekbûna Iraqe ez wê tiştê nabêjim destûr wiha dibêje, û min jî baweriya min pê heye.

 

* Niha girifta we çiye?

 

– Serokê Herêma Kurdistanê: Binpêkirina destûr an jî îhmalkirin û piştguhxistina wê bêguman wê wateyê dide ku yekbûna Iraqê namîne.

 

* Birêz Barzanî hun weku Kurd li Kurdistana Iraqê we Hikûmeteke hilbijartî û Parlemen û Artêş û Polîs û alaya we heye çi maye ji bo dewlet?

 

– Serokê Herêma Kurdistanê: Me ji wê zêdetir navê ku li destûrê da hatiye, her wiha li wî jî kêmtir qebûlnakîn, hemû ewê li Herêma Kurdistanê da heye li gel destûrê da diguncê.

 

* Lê belê gelek kes wiha dibêje hun Kurd li Kurdistana Iraqê wekî mînakekin li nav wan pêkhatên dinê Iraqê da, hun beşekin ji Iraqa yekgirtî we sûd li wê wergirtiye ku beşekin li welatekî mezin li heman demî de xwediyê otonomiya xwe ne?

 

– Serokê Herêma Kurdistanê: Li destpêkê de pêkhatê bilindê Iraqê têbigihin, Iraq ji du neteweyên serekî pêktê neteweyê Ereb û neteweya Kurd, pêwîste eve rûn bibê û nabê qebareya Herêma Kurdistanê û mafê vî Herêmî bi hejmara nûnerên Encûmena Nûneran ve nayê pîvandin, em li vî welatî da hevbeşîn, pirsê siyadiyan li karê Hikûmeta navendî dane û pirsên din jî li berpirsiyariya Herêma me dane, destûr jî wiha gotiye ew destûra ku gelê Iraqê deng ji bo wê daye.

 

* Bila raste rast ji we bipirsim, gelo we tu demek êrîşa wê yekê kiriye daxwaz ji Parlemena Kurdistanê dikin li rûniştineke taybet da deng li ser pirsa cûdabûnê bide?

 

– Serokê Herêma Kurdistanê: Min êrîşa wê yekê nekiriye lê belê pabend nebûna bi destûr û înkarkirina mafê gelê Kurd bêguman bi tu awayekî qebûl nakîn.

 

* Piştî vê hengava we ya dawî çiye?

 

– Serokê Herêma Kurdistanê: Wan hengavan davêjîn ku gelê Kurd biryara xwe li ser bide, em pirsan dixîne li ber gelê Kurd bila referandum li ser bikin.

 

* Dibe ku serbixweyî jî yek ji wan babetên ku bixin rû be ne wisa ye?

 

– Serokê Herêma Kurdistanê: Ez dibêjim em raya gelê Kurd werdigrîn û ewê ev gel biryar li ser dide em girêdayî wê dibîn, eger serbixweyî jî bê.

 

* Birêz Barzanî piştî navbireke din pirsiyara wê yekê dikim gelo dewletên dewrûber dibine sedemek ji bo pêkanîna wê serbixweyiyê? Gelo li vî derbarî de hun çi dibêjin?

 

– Serokê Herêma Kurdistanê: Biryardana çarenûsê mafê hemû gelekî vê cîhanê ye her wiha mafekî rewayê gelê Kurde jî îro jî wiha bizanim hevkêşe hatine guhertin û cîhan guheriye û em jî îro hatine cîheke din berî 20 salan her kesek bîra vê yekê bikira eve dibe ku ji bo wan tiştekî nîv mehal bûbê lê belê kes nizanê piştî 10-20 salê din çi rû dide, cîhan li guhertinê daye û pirsa Kurd kî li gel berev pêşveçûna dinya de berev pêş diçê.

 

* Lê belê birêz Barzanî hun li gel min ne hevbîrin li ser wê yekê ku ewê li demek de dibêjin me serbixweyiyê divê tixubên Sûriya û Îran û Tirkiye û Iraqê li ser we tê girtin?

 

– Serokê Herêma Kurdistanê: Li wê dema ku em serbixweyiya ragihînîn em tehemmula hemû berpirsiyarî û encaman dikîn û em amadene baca wê jî bi her bihayek be bidîn.

 

* Bi tenê şer jî be?

 

– Serokê Herêma Kurdistanê: Her çi bê, me eger biryara serbixweyiyê da wê demê tehemmula berpirsiyariyê dikîn.

 

* Lê belê hun weku Partiya Demokrata Kurdistanê heta kengê aliyê wê yekê nînin li vî derbarî de wekî mînak Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê jî heye gelo hun li vî derbarî de bi hevrene?

 

– Serokê Herêma Kurdistanê: Li rastiyê da ev biryar ne li desthilata Partiya Demokrata Kurdistanê û Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê û tu partiyeke din de ye, ji ber ku eve biryara gelê Kurde û pêwîste gelê Kurd referandumê li ser bike û Parlemena Kurdistanê biryar li ser dide yan jî gelê Kurd referandumê li ser bike.

 

* Lê belê niha behsa wê yekê tê kirin hun palpiştiya awayê tundutîjiya her du tevgera Kurdê Tirkiye û Îranê nakin, gelo wiha ye?

 

– Serokê Herêma Kurdistanê: Ez dijî tundutîjiyê me û palpiştiya mafê gelê Kurd dikim li Tirkiye, li Îran, li Sûriye lê belê baweriya min bi wê yekê heye bi tundutîjiyê tu encamekî bi dest nakeve.

 

* Lê gelê gelo we jî wekî Kurdê Iraqê nêzîkî 20 salan, we şer nekir ji bo bi destxistina vê pêvajoyê?

 

– Serokê Herêma Kurdistanê: Berî 20 salan xebata çekdarî asayî bû, lê belê niha pêvajo hatiye guhertin û cîhan jî guheriye û niha hinek kes hene guh digrin û niha îmkana wê yekê heye li nav Parlemenê da şer bê kirin li Enqere ku wate pêwîstiya çek tûne.

 

* Kurdê Tirkiye li Parlemenê da şer ji bo mafê xwe bikin, edî Kurdê Îran li Tehran? ku wate hun wiha bawer dikin li Îran demokrasiyet heye?

 

– Serokê Herêma Kurdistanê: Ez dibêjim pêwîste biçin Ewrûpa, Emerîka, Asya û hemû cîhanê û bi awayeke aştiyane bergiriyê li mafê xwe bikin û guftûgoyê li gel hêzên demokrasîxwazan bikin li Îran û Tirkiye jî heta wê demê li Tirkiye û li Îran derfeta ewe hebû bi awayeke aştiyane li nav Parlemenê da bergiriyê li pirsa xwe bikin wekî wê yekê li Tirkiye heye ku Parlementerêkî zêdeyê Kurd li Parlemena Tirkiyê da hene dikarin pirsa Kurd bixin rû bi hêz ve bergiriyê li wan pirsan bikin.

 

* Êdî Kurdê Îran? Îran demokrasiye?

 

– Serokê Herêma Kurdistanê: Pêvajoya Îranê cûdaye lê belê li gel wê yekê jî şer encama xwe nabe, pêwîste Kurdê Îranê jî bi awayekî aştiyane bergiriyê li pirsa xwe bikin eger li gel Hikûmeta Îranê nebê bila li warê navdewletiyan vî karî bikin.

 

* Ew şêwaz û sedemên berdestê we çine ku pêve bikarin bersîva bombebarana Tirkiye û Îranê bidin ji bo navçeyên we bi biyaniyan ravedûnana çekdaran yan teroristan wekî ku ew wiha wesfê wan dikin?

 

– Serokê Herêma Kurdistanê: Em ne li gel hebûna şerin ne li gel Tirkiye û ne li gel Îranê jî û me hewlekî zêdeyê dîplomatkaran da li gel her du alî û em gihîştîn çareseriyek ji bo ragirtina bombebaran ji aliyê Îranê ve û hêvîdarîn li ragirtina topbarana Tirkiye jî bigihîn çareseriyek bi awayekî ku hemû operasyonan rabigrin, ev operasyon li ser şerîta tixubanin û em jî gelek îhrac bûyîn û dibe ku dem têrê neke rûnkirineke zêdetir bidim.

 

* Birêz Barzanî li vî derbarî de pêwîste behsa Kurdê Sûriye jî bikîn, wiha tê gotin ku êwê Kurdê Iraqê li pêvajoya Sûriye û nerizayiyan ve li wir bi şoreş tê nasîn bêdeng bûn, heta wê demê ku Meş’el Temo hate kuştin. Bi nêrîna we tenê pirsa Kurd li Sûriya ji bo eve girînge?

 

– Serokê Herêma Kurdistanê: Her guhertinek li Sûriye bê kirin eve pirsekî navxweyiya Suriyê ye û gelê Sûriye bi xwe biryarê li ser dide, em bêdeng nebûyîn bi berevajiyê ve me rêz li biryar û nêrîna gelê Sûriye girt û palpiştiya wan kir lê belê wekî ku me zaniye hevrikên Sûriye heta niha jî ne amadeye tegihiştina pirsa mafê Kurd bike Sûriye jî ne amadeye hebûna gelê Kurd li Sûriye nas bike.

 

* Hemû hevrikên Sûriye?

 

– Serokê Herêma Kurdistanê: Ez nizanim, lê belê ew civîna li Tirkiye û li Ewrûpa hatin encamdan tu helwestekî erênî di derbarê gelê Kurd û mafê gelê Kurd me ji wan rêxistinan nebihîst. 

 

* Ew behsa welatîbûnê dikin li dewleta paşarojê bi bêyî cudahî?

 

– Serokê Herêma Kurdistanê: Bi her hal gelê Kurd li Sûriye hebûna xwe heye û her hevrikek gelê Kurd nas neke pêwendiya me li gel wan nabê, li ser çi hevdîtinê li gel wan bikîn? û bêguman jî em dilgiran û nîgeranîn bi kuştina her welatiyekî Sûrî lê belê Meş’el Temo li ser wê yekê hate kuştin ku Kurd bû.

 

* Hun Kurdê Iraqê ku xwedî aramiyeke rêjeyîne dikarin ji bo birayên xwe yên Kurd çi bikin (Wekî hun bi xwe dibêjin) li Sûriye?

 

– Serokê Herêma Kurdistanê: Em palpiştiya mafê wan dikîn û hemû awayekî piştgîrî û palpiştiya xwe pêşkêş dikîn ji bo wê yekê ku bigihin mafê xwe lê belê bi bêyî hêvîbirina li ser tundutîjiyê û me şîretê li wan kir ku hêviya xwe nebin li ser tundutîjiyê û ez bawerim li dema derbasbûyî de bi awayekî aqilane reftarê kirin.

 

* Niha li Iraqê pêkhatekî din ku pêkhatên Mesîhîne, hinek kes behs li wê yekê dikîn ew pêkhata îro sîstem lê têkirin li Herêma Kurdistanê, gelo Kurd ku heta doh sîtem lê dihate kirin îro bûye sîtemkar?

 

– Serokê Herêma Kurdistanê: Îsal bû ez li gel Papayê Pîroz rûniştim cenabê wî bi navê Vatîkanê spasiya min kir ji bo wan yarmetiyên ku pêşkêşî wan kir ji bo Mesîhiyan ez bi tevahî li dijî wê axaftina te me, Mesîhî li Herêma Kurdistanê xedir li wan nehatiye kirin berevajiya wê rêz li wan hatiye girtin.

 

* Gelo li gel wê yekê ne Herêmek yan navçeyekî aram yan jî otonomiyek bi wan bê dayîn?

 

– Serokê Herêma Kurdistanê: Ez li gel wê yekê me ku pêwîste bi hemû mafên xwe şadbin lê belê danîna navçeyekî taybet bi wan eve babeteke ku pêwîste guftûgoyê li ser bikin.

 

* Lê belê tu palpiştiya federalîzm û kêmkirina navendiyê dikî li gor destûr, ji xwe ew jî pêkhatekîne li Iraqê?

 

– Serokê Herêma Kurdistanê: Çima ne mumkîne û ez ne li dijî tu mafekî wanim bi berevajî ez palpiştiya hemû mafên wan dikim.

 

* Lê belê tu dikarî palpiştiya wan bikî li gor wê pêvera ku hun li wan nêzîkîn?

 

– Serokê Herêma Kurdistanê: Bêguman me palpiştiya wan kir û palpiştiya wan jî dikîn.

 

* Birêz Barzanî li dema derbasbûyî de li Silêmanî çend xwepêşandanek rû dan ji bo daxwazkirina çend tiştek yek ji wan jî dawî anîna gendelî û damezrandina bêkaran bi taybetî derçûyên zanîngeh û peymangehan û dawî anîna bi (Partiyên eşîretî) gelo hun çi dibêjin li vî derbarî de?

 

– Serokê Herêma Kurdistanê: Li Kurdistanê da hilbijartin hate kirin û Hikûmet û Parlemena niha jî li encama wê hilbijartinê bû ku bi nasandina rêxistinên navdewletiyan û li nav Kurdistanê hilbijartinekî zelal bû, dûpat jî dikim ku ne eşîretî bû ji ber ku bi encama hilbijartine, beşekî zêdeyê xwest û daxwazên vî xelkî adîlane bû ez jî li gel serkirdeyên hevrikan rûniştim û rêkxistina mala Kurd jî ji bo me girînge û pêkanîna wan xwest û daxwazên rewayane tiştekî gelek asayiye û ez bawerim em ji wê qonaxê derketîn.

 

* Wekî Serokê Herêma Kurdistanê we tu projeyekî çaksaziyê heye weku programek?

 

– Serokê Herêma Kurdistanê: Belê min programa xwe heye û min ragihand û me lîjneyek ji bo duvdaçûn û bi cîhkirinê pêkanî.

 

* Êdî di derbarê gendeliyê ve ku gelek kes behsa wê yekê dikin?

 

– Serokê Herêma Kurdistanê: Belê waye gendelî heye ez înkar nakim lê belê gelek car mubalexe jî dikin li behskirina vê babetê, erkê wê lîjneyêye jî pêşiyê li gendeliyê bigrê û em jî niha bi niyaza pêkanîna Desteya Nezahene û ew deste jî bi awayekî rast karê xwe dike û em jî bi hêz ve palpiştiya wê dikin.

Back to top button