Nivîsar

Barzanî: Em hemû bi pêkve li Kobanê şerê Daîş bikin

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Êrîşa dirindaneya terorîstên Da’îş ya li ser xuşk û birayên me yên li Kobanê beşeke ji wê nefîr’am û dijminkariya terorîstan li dijî gelê Kurdistanê encam didin. Dirindaneyî û êrîşa terorîstên Da’îş ya li ser Kobanê û Rojavayê Kurdistanê tehdîde li ser hemû gelê Kurdistanê û şeref û keramet û man û nemana gelê me kiriye armanc. 

Daxwaz ji hemû aliyên Kurdistaniyan dikim dev ji hemû nakokiyan berdin û bi pêkve bergiriyê li keramet û ax û jiyana hemwelatiyên Kobanê bikin. Bergirîkirina li ax û xelkê Kurdistanê erkeke li ser milê me hemûyan û li ser ruyê hemû erkekî dine.

Daxwaz ji civaka navdewletî jî dikim bi zûtirîn demî hemû rêwşuwênek li ber bigrin ji bo parastina Kobanê û xelkê Rojavayê Kurdistanê ji destê terorîstan. Ji ber ku terorîstên Da’îş li her cîhek bin, dev ji tawan û karesatan bernadin û divê li her cîhek bê li wan bê dayîn û bêne têkşikandin.

Mesûd Barzanî

Serokê Herêma Kurdistanê

19.09.2014

Back to top button