YNK daxwazê ji HDK dike hêzên xwe ji Rojhilat vekişîne
Yekêtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) daxwazê ji rêvebirên Hizba Demokrata Kurdistanê (HDK) dike bi zûtirîn dem hêzên xwe yên çekdar ji rojhilata Kurdistanê vekişîne bo başûrê Kurdistanê û dest ji çalakiyên berde û şerê Îranê neke.
Li gor malpera Rojhilat Times ku, nêzîkî Hizba Demokrata Kurdistanê ye, di nûçeyeke xwe de dide xuyakirin ku, YNKê daxwaz ji rêvebirên Hizba Demokrata Kurdistanê kiriye hêzên xwe yên çekdar ji rojhilata Kurdistanê bikişîne û şerê komara Îslamiya Îranê nek û wê Partiyê ev daxwaza YNKê red kiriye .
Li gor malpera navborî di heftiya borî de çend kiryarên çekdarî li devera Serdeşt û Merîwanê ji aliyê grûpeke çekdar ya bi navê (Parêzerên Rojhilta Kurdistanê) li dijî hêzên pasdarên hikûmeta Îranê encam dane û wan şer û pevçûnan di mediya kurdî û cîhanî de deng veda. Wê grûpa çakdara xwe weke alîgirên Hizba Demokrata Kurdistanê bi xelkê Rijhilata Kurdistanê daye naskirin.
Li gor malera Rojhilta Times polîtbûroya Yekêtiya Niştimaniya Kurdistanê daxwaz ji serokatiya HDK kiriye ku, wan hêzên îekdar ji rojhilatê Kurdistanê bo başûrê Kurdistanê vekişînin û rêvebirên HDKê jî ew daxwaza YNKê red kirye .
Li gor hindek çavkaniyan di şer û pevçûnên navbera Parêzerên Rojhilta Kurdistanê û Pasdarên. Îranê de 25 pasdar hatine kuştin û vê yekê jî wisa kiriye komara Îslamiya Îranê daxwaz ji YNKê bike rola xwe bilzîze û çiraê şoreşê li Rojhilatê Kurdistanê vemirîne.