Polîtîk

Barzanî: Em bê deng nabin

Îro serokê Kurdistanê  Mesûd Barzanî li Selahedînê pêşwaziya sefîrê Amerîkayê yê li Bexdayê James Jeffery û fermandarên hêzên Amerîkayê yên li Îraqê general Ustin kir.

Sê pirsên giring û aktuel di rojeva civîna serok Barzanî digel şandeya siyasî û leşkerî ya Amerîkayê de hatin gotûbêj kirin; pirsa derketina hêzên Amerîkayê ji Îraqê, pirsa wezaretên emnî yên hikûmeta Îraqê ku heta nuha postên wan wezaretan vala mane û pirsa deverên nakokdar û bi taybetî rewşa kurdan li bajarokên Germeser, Celewla, Sadiye û Mendelî.

Serok Barzanî li ser rewşa deverên veqetandî û bi tabetî devrên kurdan yên ser bi wîlayeta Diyaleyê, di axavtina xwe de got ku Ji sala 2003ê were li hindek deverên veqetandî siyseteke dijî kurdsn tê peyrew kirin, ”Vê yekê jî tesîra kiriye ser kêmbûna nisbeya kurdan li wan deveran.”
Serok Barzanî got: Li ser wê siyasete li dijî kurdan li deverên veqetandî tê peyrew kirin, em bê deng nabin.

Back to top button