Parlamentoyê helwesta xwe ragehand
Îro parlamtoya Kurdistanê bi serokatiya Kemal Kerkûkî serokê parlamnetoyê ji bo gotûbêjkirina rewşa kurdan li deverên Sadie, celewla, Mendelî û Germesêr yên ser bi wîlayeta Diyaleyê ve û pirsgirêka hişikiirna çemê Alwend ji aliyê Îranê ve, civînîneke awerte pêkanî.
Parlamentoya Kurdistanê di civîna awerte de bi beyanameyekê de helwesta xwe li hember aloziya rewşa kurdan li deverên Sadie, celewla, Mendelî û Germesêr yên ser bi wîlayeta Diyaleyê ve û pirsgirêka çemê Alwend ku ji aliyê Îranê ve hatiye hişik kirin, ragehand. Ew beyannameya parlamentoyê di civînê de kete ber dengdanê û ji aliyê tevaya parêamenteran ve weke helwestê fremî yê parlamentoya Kurdistanê hat pesind kirin.
Daxuyaniya parlamentoya Kurdistanê bi kurtî ji van xalên jêr pêk tê:
1- Em bi dijwarî kiriyarên terorêstî û bizorkêkoçpêkirina şêniyên bajarokên Celewla, Sadiye û bi taybetî yên devera Germesêr şermezar dikin. Herwesa hişikkirina ava çemê Alwend ji aliyê Îranê ve, şermezar dikin.
2- Li goe madeya 140ê ya destûra Îraqê diviyabû rewşa deverên veqetandî bihataye normalîzekirin. Lê mixabin tu qonaxên wê madeyê (Normalîzekirin, serjimêrî û referandom) nehatine bicih kirin. Di vê pirsê de hikûmeta Îraqê ya federal xemsar dizanin, jik ber ku hemû desthilata cibicîkirina wê madeyê di destê hikûmeta fdederal daye. Herwesa xala 22ê ji karnameya hikûmeta Nurî Malkî ku, behsa cîbicîkirin amadeya 140ê dike, ew jî nexistiye di warê piraktîkê de.
3- Pêwîste hikûmeta herêma Kurdistanê, wezîfeya xwe ya di warê prastina ser û malê şêniyên wan deveran weke pêwîst bicî bîne û bi lez hêzên pêşmergê Kurdistanê, ji bo parastina hevwelatiyan bê cudahî, bo wê deverê bişîne. Ji ber ku arteşa Îraqê nikariye asayîşa hevwelatiyên deverê biparêze.
4- Daxazê ji hikûmeta Îraqê ya federal dikin ku madeya 9ê ji destûra Îraqê cîbicî biek. Ew made behsa ragirtina balansê di rêjeya beşdarîkirinê di arteşa Îraqê de dike. Divê gişt pêkhatên Îraqê di nav arteş, polîs û hêzên emnî de beşdar bin.
5- Daxazê ji nûnerên kurd li Bexadyê li ser astê her sê serokatiya dikin ku, zêdetir zixtê li ser hikûmeta Îraqê bikin daku madeya 140ê cîbicî bike û di hewara xelkê Celewla, Sadiye, Germesêr û deverên din biçe.
6- Divê konseya karûbarên deverên veqetandî bê çalak kirin û raporên xwe pêşkeşî parlemtoyê bike.
7- Vegerandina wan malbatên bi hêceta şerê tayîfî li deverê hatîne akincî kirin û heta noke nevegariyane bo ser ciyên xwe yên kevin.
8- Daxazê ji hikûmeta federal ya Îraqê dikin ku tezmînat bide wan malbatên ziyan dîtî.
9- Pêwîste hikûmeta Îraqê û hikûmeta herêma Kurdistanê li ser astê cîhanê, navxwe û herêmî kar ji bo çareserkirina birîna ava çemê Alwend bikin. Eve 8 sale di navbera meha adar û îlonê de her sal bê sebeb Îran ava çemê Alwend qut dike.
10- Pêwîste hemû hêz û aliyên siyasiyên Kurdistanê û dostên me bi hişiyarî çavdêriya vê rewşa ne normal, êrîşn firokeyên tirkî û topbarana Îranê bo ser xaka Kurdistanê, bikin
Li ser hikûmeta Kurdistanî jî pêwîste van gavên li jêr pavêje:
1- Nehêlana şûnwarên duîdareyîyê li wê devrê.
2- Hemû ew hevwelatiyên ji encamên kiryarên terorîstî hatîne kuştin weke şehîd bên qebûl kirin.
3- Zêdetir giringîdan bi xandina kurdî û dabînkirina pêdawîstiyên perwerde û xandina bala. Wergirtina xwendekarên wan deverên li zanîngeh û peymangheên Kurdistanê.
4- Avakiirna kampekê bo akincîkirina malbatên koçbar heta ku rewşa wan devarn normal dibe û vedigerin ser warên xwe.
5- Di budceya sala 2012ê hemû ew mafên bo hevwelatiyên herêma Kurdistanêtên dayîn bo hevwelatiyên deverên veqetandî jî de bên dabîn kirin.
6- Beşek ji karmendên wan deveran ser bi mîlakê hikûmeta herêma Kurdistanê bin.
7- Alîkariyên bi lez ji bo devera Germesêr û Sadie û Celewla bên şandin
Rojevakurd