Nivîsar

Bangawaziyek ji bo kongreya lihevhatinê

Piştî wan tiştên ku li Serê Kaniyê çêbûn ji bombebarana firokên şer ên rêjîma tawankar û kujer ji malên xelkê re û şehîdkirina hejmarekê ji wan û rev û koçberbûna welatiyan ku ji 8ê vê mehê ve dest pê kir û egera ku bajar û bajarokên din li wê navçeyê û bi taybetê yên kurdî rastî heman tiştî bên û bi mebesta parastina can û jiyana tevahiya welatiyên navçeyê, piştî paqijkirina wê ji dezgehên rêjîmê, ez pêşniyar dikim:

Yekem: Gelê Sûrî bi tevahî rewşa şoreşê dijî û rojane dehên şehîdan pêşkêş dike û niha û ji ber pêşveçûnên rewşên siyasî yên herêmî û navneteweyî û veguhertinên lezgîn di tevgera opozisyonê de ku nîşan didin dawiya rêjîmê nêzîk bûye, lewma rewşên dilgiraniya ewlekarî li navçeyên me ber bi zêdebûnê diçin, lewra divê bilez û bi mebesta parastina ewlekariya welatiyan, civîneke kurdî ya hevbeş bi navê “kongreya lihevhatin û parastina milet” bê sazkirin di navbera nûnerên tevahiya hêz û grûpên siyasî de, di nav de partiyên ENKS û EGRKê û hevrêziyên ciwanan li navçeyên Dêrik, Qamişlo, Amûdê, Dirbêsiyê, Serê Kaniyê û Hesekê û saziyên civaka sivîl û kesên serbixwe û nûnerên herdu pêkhateyên ereb û mesîhî ji bo gotûbêjkirina rewşa nû û danîna pêngavên pêwist di warê ewlekarî, leşkerî û bilez de. Kongre dikare komîteyeke hevbeş pêk bîne ku bi navê wê dest bi karûbarên xwe yên lezgîn bike.
 
Duyem: Komîteya hilbijartî divê bi awayekî lezgîn daxwaza sazkirina civîneke bilez bike li gel serkirdayetiyên leşkerî yên têkildar ên Artêşa Azad a Sûrî ku tê de nûnerên “Meclîsa leşkerî ya kurdî ya azad” û leşkerên kurd ên cudabûyî ku li Herêma Kurdistana Iraqê ne beşdar bin, bi mebesta gotûbêjkirina rewşa meydanî û danîna bingehên saxlem ên hevahengîkirin û karkirina hevbeş li hemû deveran ji Çiyayê Kurmênc bigire heta Dêrika Hemko. Divê hemû alî berjewendiyên şoreşa Sûrî ya niştimanî li ber çav bigirin, nemaze pêkanîna armanca wê ya sereke ku hilweşandina rêjîmê ye û parastina ewlekariya wan navçeyan ku li wan tevgera nerazîbûnê bi awayekî aştiyane berdewam dibe, nemaze deverên kurdî.

Ez bang li hemû kes û aliyên têkildar dikim ji aliyên opozisyonên Sûriyê li hundir û derve û herwiha hêzên Kurdistanî yên bira, ku piştgiriya vê pêşniyara min bikin û dest bi cîbicîkirina wê di demeke herî zû de bikin.

Kurdistana Iraqê 12.11.2012

Selah Bedredîn

 

Back to top button