Li Suriyê dîmenên hovîtiyê
Li navçeya Suriyê Serê Kaniyê (Resulayn), ku tam li hemberî Serê Kaniya (Ceylanpinar) Rihayê dikeve, leşkerên artêşa Suriyê yên rejîmê û sivîlên ku ji aliyê hêzên çekdar yên artêşa azad a Suriyê ve hatine kuştin, bi awakî dermirovî, di romorqekê de avêtine ser hev û wana dibine ber çalekê û bi hev re wek komî binax dikin.
Kesên ku hatine kuştin, bi teva çil û bergên wan, der nirxên îslamî û exlaqî tên veşartin. Welatiyên ku ji Suriyê direvin û diçine Tirkiyê, dîmenên ku wana kişndine, hovîtiyeke bêsînor a li Suriyê radixîne ber çavan.
Hêzên ku wek artêşa azad a Suriyê xwe dihesibînin, li Serê Kaniya Suriyê, diavêjin ser malan û li hemberî sivîlan şîdeteke dijwar bikartînin. Herî dawî dîmenên ku kesên kuştine di romorqekê de avêtine ser hev, wehşeta bêsînor a li Suriyê radixîne ber çavan.