Di roja 64. a çalakiya grevên birçîbûnê a bêdem û bêdorveger de, ku li zindanên Tirkiyê bi hezaran girtiyan dewam dike, bi armanca piştgiriyê Parlementera Amedê a Serbixwe Leyla Zana jî dest bi greva birçîbûnê kir. Parlementer Leyla Zana, li parlemena Tirkiyê, li odeya xwe dest bi çalakiyê kiriye.
Zana, ji bo ku grevên birçîbûnê bêmirin bi dawî bibin, 2 hefta berê, ji gellek şexsiyetên ewrupî re name şandibû ku, bila dengê xwe bilind bikin û di mijara daxwaziyên çalakgeran bi cîh anînê de li ser hikumeta Tirkiyê fişareya xwe zêde bikin.
Leyla Zana, hefta borî jî, li Amedê çûbû serdana gellek girtiyên di greva birçîbûnê de ne û ji derketinê îfade kiribû ku rewşa çalakgeran pirr xerab e.