Banga 649 dezgehên sivîl
Diyarbekir – Li Tirkiyeyê 649 saziyên civaka sivîl (SCS) yên 20 bajarên ku nêzî temamê nişteciyên wan ji kurd in, bang li Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) û PKK’ê kir û gotin, “Bila dualî tilî ji tetikan bên kişandin.”
stklarateskesCivîna saziyên civaka sivîl ku roja şemiyê li Diyarbekirê dest pê kir, îro bi dawî bû. Rêxistinên sivîl, biryarên ku standine li Sumerparkê di civîneke ku peyamnêrê AKnewsê jî şopand de, ragihandin.
Li ser navê 649 saziyan, Serokê Odeya Bijîşkan a Diyarbekirê Şemsetin Koç daxuyanî da û bi bîr anî ku di rojên borî de ji bo ku pevçûn bi dawî bibin, ramanên xwe anîbûn ziman. Koç got, “Ligel ku vê bangê, di serî de ji aliyê kurdan ve, ji hêla gelek beşan ve piştgirî dît, îktîdara siyasî banga me cidî negirtiye.”
Koç ku li ser “Artêşa Taybet” ku tê plankirin li Tirkiyeyê bê avakirin axivî, hişyarî da ku bi vî awayî pevçûn dê bibin mayîn de û wiha domand:
stklarateskes4″Bi kiryarên li ser bedenên mirî ku wijdana mirovahiyê tu caran qebûlnekiriye û her tim mehkûm kiriye, hêviya aştiyê roj bi roj qels dibe. Em wekî saziyên sivîl ên herêmê, wisa difikirin ku ji bo çareseriya demokratîk a pirsgriêka kurd divê pêşî rewşa bêpevçûn bê pêkanîn. Ji ber vê jî, divê dualî tilî ji tetikan bên kişandin. Divê TSK operasyonan neke, PKK jî dawî li çalakiyên xwe bîne.”
– Aliyê mirinê tune ye
Koç, piştî daxuyaniyê pirsên rojnamegeran bersivandin. Li ser pirsa di endama êrîşa PKK2ê de li Colemêrgê kuştina 6 leşkeran, Koç got, “Em li hemberî hemû mirinan in, divê demildest bê rawestandin. Em li hemberî hemû cureyênmirinê ne. Aliyê mirin û rondikan tune ye.”
Li ser pirsa vegera yên ji kampa Mezmûr û Qendîlê hatine jî, Koç got, “Xwezî hevalên me yên çûn karibûna li welatê me ji bo aştî û biratiyê xebat kiribûna. Xwezî ev derfet ji wan re pêk bihata.”
Koç ku bal kişand rolê lîderê PKK’ê Abdullah Ocalan ê di çareseriyê de, wiha axivî:
“Serokomar, Serokwezîr, partiyên siyasî, saziyên civakî yên sivîl, akademîsyen, ronakbîr divê bikevin nava pêvajoyê. Tê zanîn ku yê bandora wî li ser beşa çekdar heye, lîderê PKK’ê Abdullah Ocalan e. Em wisa bawer dikin ku, ew ê sûdê bide ji bo ku pêvajo veguhere aştiyê.”
stklarateskes1Serokê Baroya Diyarbekirêyê berê Sezgin tanrikulu jî li ser pirsa rojnamegerekî ya wekî, “Di komxebatê de pêşniyarên çawa hatin nîqaşkirin?”, got, “Me di beşa dawî ya komxebatê de li ser mijara ka divê rêxistinên civakî yên sivîl kîjan helwestê nîşan bidin, nîqaş kir. Saziyên sivîl ên ji herêmê beşdar bûne, pêşniyarên gelekî hêja kirin. Komîteya Xebatê ya Deklerasyonê, dê van pêşniyaran binirxîne û nerxşeriyekê derxe. L igorî wê jî, hevdîtin jî tê de, em ê bi awayekî çalak bibin mudaxil.”
Daxuyaniya ku çapemeneiyê eleqeyeke germ jê re nîşan da, ji hêla hin kanalên neteweyî ve zindî hate weşandin.
(AKnews )