Polîtîk

Ban Kimun spasiya serok Barzanî kir

Li gora nûçeya Kurdistan Tv, Sekreterê giştî yê Netewên Yekgirtî Ban Ki-mun peyvendiyeke telefonî bi Serokê Kurdistanê re danî û  rewşa Îraq û herêmê bihevre nirxandin.

Ban Ki-mun jiber rola erênî ya Serok Barzanî ya ji bo pêkanîna aşitî û aramî li Kurdistan û Îraqê de spasî kir.

Ban Ki-mun di derbarê rewşa Îraqê de jî diyar kir ku, têkeliyên me yên bi rayedarên Îraqê re hene û me ji wan re gotiye ku ji bilî rêya diyalogê û çareseriya aşitiyane tu rêyek din ji bo çareseriya pirsgirêkên heyî tuneye.

Li hember de jî Serok Barzanî hêviya serkeftinê ji Ban Ki-munre xwest û ragihand ku, em weke kurd piştgîriya çareser kirina aştiyane ya kêşeyên heyî dikin û ev tiştinê ku, niha diqewmin tenê nekêşeya Kurdistanê ye belkû kêşeya desthilatdarî ya li Îraqê ye û sedema vê jî cîhbicîh nekirina destûra bingehîn ya Îraqê ye.

Me destpêşxerî bo wan aloziyan nekiriye belkû di çarçoweya destûrê de tenê amadekarî bo xwe parastinê kiriye.
Serok Barzanî di berdewamiya axaftinên xwe de eşkere kir ku, cîhbicîh kirina madeya 140 ya destûra bingehîn a Îraqê vê kêşeyên heyî yên li Deverên weqetandî de çareser bike.

Di berdewamiya vê peyvendiya han de rewşa Sûriyayê jî hate nirxandin û Sekreterê NY jî jiber helwesta Kurdistanê a bo piştgîrî kirina Gelê Sûriyayê û hevkarî kirina Penaberên Sûriyayê spasiya Serok Barzanî û Gelê Kurd kir.

Back to top button