Civak

Divê karê welatiyan zû bê çareserkirin

 

Li Hewlêrê bi Serokatiya Serokwezîrê Hikûmeta Kurdistanê  Nêçîrvan Barzanî civata Wezîran ya Hikûmeta Kurdistanê civîna xwe ya asayî lidar xist.

Di destpêka vê civîna han de civata Wezîran kêfxweşiya xwe ya li hember qebûl kirina proje biryara civatê ji aliyê Parlementoyê ve ya di derbarê bi fermî nasandina Silimaniyeyê weke Paytexta Rewşenbîriya Kurdistanê diyar kir û her bi vê minasebetê jî pîrozbayî li xelkê Silimaniyeyê kir û Hikûmeta Kurdistanê jî amadebûna xwe ya bo sazdana civînekî bi tevahiya Rewşenbîrên Silimaniyeyê re bo hîn kirina mercên vê biryara han diyar kir.

Di berdewamiya civînê de giftûgo li ser projeya bûdceya Kurdistanê hat kirin û giftûgoyên civîna berê hatin domandin û çendîn nêrîn û têbîniyên din jî li ser projeya han hatin zêdekirin û biryar hate dayîn ku, di civîna pêş de ev projeya han bi berfirehî were nîqaşkirin.

Di beşeke din ya vê civîna han de meseleya sistî û rûtînên heyî yên di warê cîhbicîh kirina karên welatiyan de hate nirxandin û biryar hate dayîn daku, tevahiya saziyên ser bi Hikûmeta Kurdistanê bi mebesta çareser kirina wan kêşeyên han bicivin û kêşeyên xwe destnîşan û çareser bikin.

Di vê derbarê de Serokwezîrê Hikûmeta Kurdistanê diyar kir ku, armanca me ewe daku, rûtîniyat di nava îdareyan de ji holê rabikin û karûbarên welatiyan bi lez û di dema xwe de cîhbicîh bikin.

Di berdewamiya vê civîna han de rewşa Deverên weqetandî yên Kurdistanê jî hate kirin û her di vê çarçoweya han de Parêzgarê Kerkûkê weke mêwan beşdariya civînê kir û di derbarê rewşa wan Deveran de bi awayekî berfire zaniyarî pêşkêşî Hikûmeta Kurdistanê kir.

Parêzgarê Kerkûkê behsa çawetiya damezrandina hêzên Dîcleyê û çawetiya hatina hêzên han bo Deverên weqetandî kir.

Pişt re jî Wezîrê Pêşmerge yê Hikûmeta Kurdistanê di derbarê lêv û tevgerên hêzên han li Deverên weqetandî de zaniyarî pêşkêşî civata Wezîran ya Hikûmeta Kurdistanê kir.

Di dawî de jî Serokwezîrê Hikûmeta Kurdistanê diyar kir ku, Kurdistan bi her awayî hewl bo aram kirina rewşa heyî dide û dixwaze kêşeyên heyî bi rêya diyalog û rêbazên aştiyane çareser bike.

Back to top button