Polîtîk

Balefirxaneyên Kurdistanê ber bi vekirinê de ne

Şandeka Kurdistanê di serokatiya wezîrê navxwe Kerim Şincarî de serdana Bexdaye kirîbû. Piştî hevdîtinên li gel berpirsên Bexdayê, şanda Kurdistanê daxûyaniyek belav kir.Di daxûyaniyê de dibêje: Bi armanca cîbicîkirina fermana Dîwana Serokatiya Encûmena Wezîran a jimare 137 a sala 2017ê, ku bi rêz Serokwezîr Heyder Ebadî bi vî fermanî komîsyoneke bilind ava kir, ji bo çareserkirina pirsgirêkên li gel Herêma Kurdistanê, bi taybetî jî pirsgirêka deriyên sînor, firokexaneyan û birêvebirina bandavan, îro danê sibê 13/01/2018, şandeke hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serokatiya wezîrê navxwe birêz Kerîm Şingalî serdana Bexdayê kir.”Şanda Kurdistanê dide xûyakirin civîn li gel wezîrê navxwe yê Iraqê gelek bi germî û dostane derbas bûye û di civînê de pirsgirêka deriyên sinor û balefirxaneyên Kurdistanê hatiye gengeşe kirin. Ji bo çareseriya pirsgirêkan li gora destûrê herdu alîyan li hev kiriye.Di civînê de aliyê Iraqî gotiye ku, serokwezîrê Iraqê Ebadi jî dixwaze ev pirsgirêk bêne çareserkirin û ji bo vê helwesta wî Sincarî spasiya serokwezîr kiriye . Sincarî daye xûyakirin ku, çareserkirina van pirsgirêkan xizmeta  tevahiya Iraqê dike.

Back to top button