Polîtîk
Ciwanek Kurd di îşkencê de hate kuştin

Li Kurdistana Rojhilat gencekî kurd bi navê Saro Qehremanî bi îşkencê hate kuştin.Saro li bajarê Sine di xwepêşandanan de hati bû binçav kirin û ketîbû girtîgehê.Eve 12 rojbûn Saro di girtîgehê de di bin îşkencê de bû.Saro di bin îşkenceyê de jiyana xwe ji dest da û berpirsên emnî malbata Saro bi kuştina wî agahdar dikin û dibêjin werin termî Saro bibin.Dezgehên emnîyên Îranê malbata Saro tehdît dikin û dibêjin nabe kesek bi vê bûyerê bihese . Hat zanin ku Saro ji berî niha jî bi tohmeta endametiya partiyek ya Rojhilatê Kurdistanê hatibû girtin. Lê cardin ew berdabûn.Heta niha 5 xwepêşandan di girtîgehên Îranê de hatine kuştin.


