Piştî AKPê li gel MHPê tifaka hilbijartina kir û nave vê jî kir Tifaka Netewî gelek gotubêjên cuda hatin kirin. Pirsa herî girîng ew bû ku, gelo dê ev yek bandora xwe li dengên kurda bike yan na? Yanî kurdên dengê xwe didin AKPê di çewe li himber vê tifaqa Netewî helwestê deynin.Piştî serokê MHPê Devlet Bahçeli da xûyakirin ku ew li gel AKPê tifaqa Netewî pêktînin, dezgehê lêkolînê ya Konsensus lêpirsînek pêkanî.Encamên vê lêpirsînê:AK Parti: % 44.9CHP: %  23.7MHP: % 10.6HDP: %  9.1İYİ Parti: %  2.7Yên din: %  2.2Yên bersivê nadin: %  2.0Yên bê biryar: % 2.1Yên dengê xwe nedin: %  2Dema mirov pencera kurdan ve lê dinêre guhertinên mezin hene. Ji berî her tiştekî heta platformek hevbeş ya Kurdistanî neyê avakirin dengê kurda bi awayek rasteqênî belav nabin.Hevkariya MHPê û AKPê dê dengê AKPê di nava kurdan de kêm bike. Lê ne li hemû deverên Kurdistanê. Ev yek bandora xwe herî zêde li 6-7 bajarên Kurdistanê dike.Di rastiya xwe de vê carê tirk deng nadin HDPê û eger kurd platformek hevbeş ava nekin dengên HDPê kêm dibin û zehmete benda % 10ê derbas bike.   

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: