Civak

Aygan di derbarê bûyera Dortyolu de peyivî

Malpera Nasnamê li gel Abdulkadir Aygan hevpeyvînek balkêş çêkiriye. Aygan di hevpeyvîna xwe de, ji tecrûbeyên xwe wek pisporekî,bûyerên Dortyolê dinirxîne. Di nirxandina Aygan de encamên balkêş derdikevin holê. Nasname ji Aygan dipirse:

“ Li Dortyolê çi dibe? PKK-ê li bûyera kuştina polisan xwedî derket, MHP endamên xwe derxistin kolanan. Ev dixwazin çi bikin? Tu demekî di nav JITEM-ê de aktîf xebitî, niha tekiliya Jitemê li gel van rêxistinan çiye?

Aygan bersiva pirsa Nasnamê dide û dibêje: “ Heger em biçekî li şûnve binêrin her tim MHP û Gladio di nav hevde bûn. Ji berî 12-ê îlona 1980-ê, gladio MHP karanî, û rêxistinên çep wek,IP,DHKP-C,PKK-ê jî  wek figuranên tevlî planên xwe dikiran. Bûyera Dortyolê qet li min xerîb naye, kifşe ku bi hevre hatiye plankirin. Antakya bajarek gelek hesase. Piraniya rûniştivanên vî bajarî ji eslê xwe erebin. Gelek kurd jî piştî şerê PKK-ê destpêkirî reviyane çûne li vê derê cih bûne, heta gelek mirovên min û Ocalan jî li Payasê cih bûne.“

Aygan berdewamiya hevpeyvîna xwe de dide diyarkirin ku, bûyera Dortyolê, gelek bi zanebûn ji aliyê, Jitem , MHP û PKK-ê ve hatiye pêkanîn. Aygan bawer dike ku, bûyer ji aliyê Jitemê ve hatiye organîzekirin lê PKK ji bo wan xilas bike li vê bûyerê xwedî derketiye.

Aygan dibêje ku armanca van bûyera ewe ku, prosesa referandumê bê provake kirin û bandora bûyeran li ser prosesa doza Ergenekonê çêbibe.

Abdulkadir Aygan endamê PKK-ê bû, piştre hate girtin û di nav JITEM-ê de bi aktîf kar kir. Revî hate li Swed cih bûye. Niha Dewleta Tirk wî ji hukumeta Swed dixwaze. Aygan li gel kanalên televizyonî yên Tirkiye û rojnameyên wan gelek hevpeyvînên balkêş kirine.

Back to top button