Polîtîk

Axaftina serokê hikûmetê di merasima 27saliya tevkojiya barzaniyan de

Bi navê Xwedayê mezin û dilovan
Malbatên serbilindên şehîdên Barzan
Amadebûyên birêz yên vê merasima xemgîn

Em îro li vir, li Barzan, ji bo bîranîna bîreweriyeke tehil û bi êş di dîroka gelê me de, civiyane. Ew jî roşa reş a bêşûnwarkirina 8 hezar barzaniyan e. Îro 27 sal bi ser wê tawanê de derbas bûn, di 31.07.1983ê de, rijêma jinavçûyî, bi hêzeke mezin û bi beşdariya (heres cimhurî) êrîş bir ser Herîr, Behirke, Quştepe û Diyanayê û bi awayekî dirandane hemû xurt û mêrên ji 17 heta 70 salî girtin, ji malbatên wan cuda kirin û ber bi çarenivîsekê nediyar birin.

Tawana bêşûnwarkirina 8 hezar barzaniyan û herwesa berzekirina hezaran kurdên feylî û paşî jî bikaranîna çekê kîmyayî li Helebce, Sêwsênan, Goptepe, Balîsan û bi dehan gundên deverên din yên Kurdistanê û enfalkirina 182 hezar kesên civîl li Germiyanê ta Badînan, bername û karê rijêma Basê bû ji bo qirkirina xelkê Kurdistanê.

Tevaya van tawanên dijî mirovatiyê di qonaxên cihê de beramber xelkê Kurdistanê bi taybetî di vê deverê de hatîne encam dan. Ev tawan li ber çavên cîhanê û nawndên biryarderên navdewletî û cîhana îslamî hatin encam dan. Helwestê mirovdostanyê wan kesatî, gel û dewletan yên ku dijî van tawanan piştevaniya gelê kurd kirin û hewildan ku bêdengiya cîhanî li hember qirkirina neteweyekê bişkînin tu carî em jibîr nakin. Tevî vê jî rexne û gazindên me dê beramber welatên erebî û cîhana îslamî ku çav û guhên xwe li hember wan tawanan girtibûn berdewam be.

Amadebûyên xweştivî

Ev bîranîne kolnedana birîna cergê hezaran daykên vî welatî ye. Rojeke bi êş e ku li warên wan, li nav mal û ew devera têde jidayêbûyîn û tê de jiyayîn, em bîreweriya wan rojên bi hovane ezîzên wan bêşûnwar kirîn, dikin.

Lê ev roj di dîroka pir tekoşîna gelê me de rojeke giringe. Li vir , li Barzan, din bin alayê pîrozê Kurdistanê de, di bin sîbera hikûmeta kurdî de, bîranîn û bîreweriyên wan bilind radigirîn. Hertim dijminên kurdan xwastine vê deverê li ser rûyê erdê nehêlin. Di dema bûyerên şerê cîhaniyê yekem û paşî jî dewletên zilhêz û welatên deverê xwastine kavilkirina Kurdistanê ji Barzan dest pê bikin. Cunkî Barzan remza berxwedan, nasnameya şoreş û xwequrbanîkirina azadiya Kurdistanê bûye.

Piştî wîlayeta Mûsilê kete ser Îraqê û dewleta nû ya Îraqê hat avakirin, hikûmeta wê demê ya Îraqê yekemîn dijminatiya kurdan ji wê demê dest pê kir. di navbera salên 1932-1934ê de leşkerê Îraqê bi piştevanita balefirên şerî yên Berîtaniyayê êrîş bir ser devera Barzan, Beroj, Mizûrî û Şêrwane û 79 gundên wan deveran kavil û wêran kirin û xelkê wan jî koçbar bûn. Piştî wan bûyeran û bi hêceta lêdana serhildana devera Barzan û paşî jî bi hêceta jinavbirina şoreşa Îlonê, hikûmeta Îraqê piraniya arteşa xwe û çekên giran û qedexekirî li dijî xelkê deverê bikaranîn.

Xuşk û bira

Her çiqas kurd bê piştevan bûn jî, lê kurd teslîmî dijminan nebûn. Bi dirêjiya dîroka wan bûyeran ta sala 1991ê li hember hewilên dagîrker û dijminên gelê kurd bo kavilkirina Kurdistanê, ev devere melbendê meydana rû bi rû bûn, berxwedan û tekoşînê bûye.

Di milmilanên pêş diruskirina dewleta Îraqê de û piştî ev parça Kurdistanê ket ser Îraqê, ev devere melbenda serhildan, raperîn û şoreşê bûye. Ji şêx Ebdulselam Barzanî heta Barzaniyê nemir û nuha jî kurên Barzan tekoşîna gelê me û karwanê rizgariya niştimanî germtir kiriye.

Digel wê yekê ku meşxela şoreş û serhildanê li vir gerim bûye, Barzan piştevanî li bizav, serhildan û şoreşên parçên din yên Kurdistanê kiriye. Ji piştevanî û hevxebatî digel şoreşa şêx Mehmûd bo beşdarîkirin di Komara Mihabadê de nîşana wê rastiyê ye ku tekoşerên vê deverê, rêber û xebatkerên Barzan ji bona azadiya Kurdistanê ji bo her qurbaniyekê amade bûne.

Amadebûyên xweştivî

Niqteyeke gelek giring heye ez dixazim li vir behis bikim. Dîroka dûr û dirêja xebata gelê me ew rastî îsapat kiriye ku her dema rêzên gelê kurd, rêzên bizava rizgarîxaza gelê me, pirt û bilave bûbin, neyek bûbin, dijimî ser jê sitandiye û gorzên giran li me dane.Lê her dema kurdan medestê xwe xistibin nav destê hev û hevkarî û hevahengiya hev kiribin em nêzîkî serketinê bûne û destketiyên giring bo gelê me bidest ve hatine.

Hêzên siyasiyên kurdî di Bereyê Kurdistanî de yek girtin, me serhildan dest pê kir. Yekîradeyîya xelkê Kurdistanê serketina serhildanê zamin kir. Yekhelwestiya me em gihandin vê rojê ku yekemîn hilbijartinên azad li Kurdistanê encam bidin ku hikûmeta herêma Kurdistanê berhema wê ye. Tecrûbeya van çend salan diyar kir ku yekhelwestiya Partî û Yekêtîyê û hêzênn tekoşerên din yên kurdayetiyê û yekxîtabiya cenabê mam Celal û cenabê kak Mesûd pirsa adila gelê me gihandiye qonaxên gelek giring.

Da wan rojan bînîn pêş çavên xwe dema tawanên weke bêşûnwarkirina 8 hezar barzaniyan tê de hatîne encam dan, ew rojên bi dehan tawanên weke wê li dijî kurdan hatîne kirin, wan rojan digel îro miqayîse bikin, ew destketî, şanazî û serweriyên îro bo gelê me bidest ve hatine digel wan rojên reş berawir dikin, dê em bînîn ku bi xebat û tekoşana gelê me, bi xwîna şehîdan û xebata hêzên pêşmerege û piştevaniya cemawerê gelê me, îro em di çi rewş de ne. Li vir gereke bi çavê rêz û hurmetê helwestê hêzên hevpeymanan di rizgarkirina Îraqê de ji rijêma faşîst bilin binirxînîn. Ewên bi jinavbirina Sedam bi guman in, bila kerem bikin û serdana herêma Kurdistanê bikin û bi çavên serê xwe şûnwarên tawanên Sedam bibînin.

Roja ku ew tawanan dijî mirovatiyê li heber gelê kurd dihatin kirin, berjewendiya dewletên zilhêz û nawendên biryarê wisa kir bû ku cîhan li beramber wan tawanan çavên xwe bigire. Lê îro qismeke mezin ji wan welatên cîhanê piştevaniya me dikin û digel me di vê merasimê de beşdar in.

Ew destketiyên giringin bo xelkê Kurdistanê, dema serên rijêmê di qefesa tawanan de li pêş dadgehê gihan cezayê xweyên qanûnî û dosyeya me jî bi jênosîda hat nas kirin. Divê em van derfetên girin, vê vebûna cîhanî li hember kurdn di sewiya navdewletî de ji bo bidestveanîna piştevaniya navdewletî ji bo ku cîhan tawanên enfal, Helebce û barzaniyan weke jênosîda nas bike, fêdey ji bibînîn. Di astê navxwe jî de ji bo cîbicîkirina biryarên dadgehê bo dana tezmînata bo malbetên qurbaniyan û avadankirina deverên zirar gihayê bixebitin.

Birêzan

Di demekê de ku em vê bîranînê bilind radigirin, Îraq di rewşeke aloz de derbas dibe. Arîşeya pêkanîna hikûmeta nû ya Îraqê gihiştiye qonaxekê ku êdî tesîreke bi tirs li ser jiyana siyasiya gelên Îraqê hebe.

Ev yek jî wê ji me dixwaze ku tevaya hêzên siyasiyên Kurdistanê û gelê kurd piştevaniya bernameyê parastina destketiyên gelê me bikin. Hêşta ew destketiyên bidest ve hatine û ev tecrûbeya hukimdariya kurdî û ew azadî û demokrasiya li Kurdistanê heye bi rewşa siyasiya Îraqê ve girêdayî ye. Nabe em pişta xwe bidenê û ji sedema ew aramî û îstîqrara li herêma Kurdistanê heye em ya ku li Bexdayê diqewime îhmal bikin. Nabe em rê bidin ku Bexda bibe senterê diktatoriyê û biryara li dijî xwestekên gelê kurd û gelên Îraqê bide. Ev yek ne wezîfeya me bi tenê ye li Kurdistanê, lê belê divê hêzên demokratîxwazên îraqî, ji bo parastina sîstema demokratîk, federalî û destûrî ku zamina pêkvejiyana gelên Îraqê ye, hevkar û hevaheng bin.

Di dawiyê de ez bangî nawendên biryarên navdewletî û komisyona mafê mirovî dikim ku piştevaniya biryarên dadgeha bala ya tawanan ya Îraqê bikin ji bo ev tawan li ser astê navdewletî jî weke jênosîd bên nas kirin. Divê ew gelê kurd dilrehet bikin ku êdî tawanên wisa dubare nabin..

Careke din em li hikûmeta herêma Kurdistanê hevxemî û xemgîniya xwe ji bo malbatên qurbaniyên vê deverê û tevaya deverên din yên Kurdistanê dupat dikin. Hêvîdarîn ji bo xizmetkirina gelê xwe em cîyê baweriya we bin.

KRG
Back to top button