Polîtîk

Serok Barzanî pêşwaziya Prof Dr Elî Qeredaxî kir

Îro yekşem 01/08/2010 birêz Mesûd Barzanî Serokê Kurdistanê li Selahedîn pêşwazî li Profesor Dr. Elî Qeredaxî Emîndarê Giştî Yekîtiya Cîhana Zanayên Misilman û Serokê Rabîteya Îslamî Kurd û şanda li gel kir ku ji Dr. Merîwan Ehmed Reşîd Serokê Zanîngeha Geşepêdana Mirov û Birêvebirên Leqên Hewlêr, Silêmanî, Dihok û Kerkuk ya Rabîteya Îslama Kurd pêkhatibûn.

Li hevdîtinê de, Serok Barzanî bi xêrhatinê li Profesor Dr. Elî Qeredaxî ya Herêma Kurdistanê kir û ji bo hilbijartina bi Serokê Yekîtiya Cîhana Zanayên Misilman pîrozbahiyê li birêz kir û wê erka nû bi şanaziyeke mezinê gelê me û li ser asta cîhana îslamî bi erkekî girîng wesif kir ku dikarê‌ bi wê sedemê‌ li aşînakirina gelên Misilman bi mafê rewayên gelê me û çespandina aştî û diyaloga şaristaniyan û pêkve jiyana neteweyan de rolekî berbiçav bibînê.

Ji aliyê xwe ve Emîndarê Giştî Yekîtiya Cîhana Zanayên Misilman hevxemiya xwe ji bo salvegera 27 saliya şehîdkirina heşt hezar Barzaniyan derbirî û ji bo wê peyama pîrozbahiyê ku li dema hilbijartinê da pêşkêş wî kiribûn spasiyên xwe pêşkêşî Serok Barzanî kir û hêvî xwest ku herdem ji bo wî piştgiriyeke bi hêz bê. Her wiha li wê tengasiya siyasî de ku tuşî Iraqê bûye, behsa siyaseta hevseng û hekîmaneya Serok Barzanî kir û tekîd jî li wê yekê kir ku herdem li xizmeta berjewendiya bilinda gelê xwe da dibê.

Back to top button