Polîtîk
Barzanî û Ellawî Hikûmeta nû ya Iraqê nirxandin
Îro yekşem 01/08/2010 birêz Mesûd Barzanî Serokê Kurdistanê li Selahedîn pêşwazî li birêz Dr. Eyad Elawî Serokê Qewareya Iraqiye û şanda li gel kir.
Li hevdîtinê de, ku birêz Dr. Berhem Ehmed Saleh Serokê Encumena Wezîran û Azad Berwarî Cîgirê Serok Encumena Wezîran amade bûn, bîr û ra di der barê guhertinên dawiya ser grupên siyasî û ew guftugo û şîroveyên ku niha li navbera kutleyê serketiyên hilbijartinê tê kirin bi mebesta pêkanîna Hikûmeta hevkara nîştmanî danûstandin kirin.
Her wiha li hevdîtinê de, sedema paşketina pêkanîna Hikûmet û çawayiya çareser kirina pirsgirêkên li pêş li çarçêweya destûr û yasayê da hatin guftugo kirin û her du alî jî li gel wê yekê bûn ku welat ji wê tengasiya siyasiya ku têda heye rizgar bikin.