Serokê Kurdistanê bersîva Serok Komarê Iraqa Federal dide
Serokê Herêma Kurdistanê bi peyamekî bersîva hevxemiya Serok Komarê Iraqa Federal dide
Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Birayê birêz Cenabê Mam Celal
Serok Komarê Iraqa Federal
Silavekî germ
Birêz û hurmetekî mezin ve hevxemiya cenabê we ya ji bo 27 mîn salvegera karesat û trajediya ya wendakirin û şehîd kirina 8 hezar Barzaniyan gihişte min ku li sala 1983 da û li êrîşekî dirindaneya dûrî li reftara mirovayetiya rejîma li navçûyî derheq bi wan tawanan encam da ku paşê heman reftarê li navçeyên dinê Kurdistanê li Helebçe, Germiyan, Behdînan, Dola(Newal) Balîsan û Şêx Wesanan û cihên din encam da û her wiha dijî bi Kurdên Feyliyan jî dûbare kir. Ji bo wê helwesta camêraneya we û derbirîna hevxemiya we ya ji bo kesukar û malbata birêzên wan 8 hezar Barzaniyan û hemû gelê Kurdistanê gelek ji dil spasiya we dikim.
Eger mirov bi hurî wan hemû karesatan bîne bîra xwe ku li ser gelê Kurd de hatine, digihe wê rastiyê ku ev gel bi rastî gelekî zîndiye û xwedî îradeyekî polaye. Ji ber ku eger her neteweyeke din tuşî wan hemû karesatan biba zehmet bû dûbare berdewamiya jiyan û xebat xwe bide û xwe wekî neteweya biparêzê.
Ew hemû karesatên ku li ser Kurdan de hatiye tenê ji ber wê yekê bûye ku Kurdbûn, Barzanî jî ku tûşî wê karesatê bûn hem ji ber ku Kurdbûn û hem jî ji ber ku Barzanî bûn. Ji bo wê yekê karesata sala 1983 lutkeyeke ji dîroka qurbanîdana sed saliya Barzaniyan. Her li Şêx Ebdulselam Barzanî û Şêx Ehmed ve heta digihe Barzanî yê Nemir.
Ewê ku cihê daxêye heta niha ew hemû qurbaniyên neteweya me ji aliyê hinek navendan ve rêz lê nayê girtin, mezinbûna gelê Kurdistanê ji vir da derdikevê ku piştî wan hemû karesatên neket pey tolhildanê û ruhê lêborîniyê hilbijart û heqiye ev rewşa bilinda gelê me bibê mînakek ji bo hemû cîhanê. Ji bo wê yekê baştirîn bersîvdan ji bo wan navendan parastina yekîtiya hêz û rêzên gelê Kurdistane û çespandina bingeha pêkve jiyan û xizmet kirina zêdetirê malbata enfalkiriyane û her wiha parastina wan destkeftane ku bi xwîna şehîdên Kurd û Kurdistan û xebata Pêşmergeyên qehremanan hatiye holê.
Em gelek peroşî pêkanîna Hikûmetekî hevbendiya nîştmaniya rasteqîne ne bo ku proseya siyasî û demokratî li Iraq da berev pêşve bibe û hemû hewldan û hêza xwe jî dixîne holê, bo ku hemû alî li ser bernameyekî hevbeş pêk bên û bi lezgînî vê hikûmetê pêkbînin ku bibê mîsogeriya parastina wan destkeftan. Bi vê yekê jî ruhê 8 hezar şehîdê Barzaniyan û hemû şehîdên Kurdistanê şad dikîn.
Dûbare spasî û hêviya temen dirêjiyê li cenabê we dikim.
Birayê we
Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
01/08/2010