Atik: Baweriya Ocalan li hevserokên DEMê nayê.!

Piştî ku Serokê PKK’ê Abdullah Ocalan banga ku divê PKK dev ji çekan berde û xwe fesih bike kir û PKKê bersivek erênî da banga Ocalan, veca bala girîng dan ser helwesta , PYD/YPG/HSD’ê.
Nûnerê TGRT Newsê yê Enqereyê Fatîh Atik bal kişand ser daxuyaniya Hevseroka Giştî ya DEM’ê Tulay Hatîmogullari ku gotibû, “Banga Ocalan ji bo PKK’ê ye, SDG cuda ye” û got, “Ocalan baweriya xwe bi Hevserokên Giştî yên DEM’ê Bakirhan û Hatîmogûllarî nayne.”
Li gorî nûçeyên di rojnameya Türkiye de, Fatih Atik destnîşan kir ku, dema piştî banga Bahçelî, diviya bû ku, hevserokên DEMê Tuncer Bakırhan û Tülay Hatimoğuller, biçûna Îmralî, lê Ocalan ew qebûl nekirin. Ji ber ku baweriya Ocalan li Hatimogullari û Bakirhan nayê. Ji bo vê yekê Pervîn Buldan û Sirri Sureyya Onder çûn hevdîtinê. Banga Ocalan ji bo hemû aliyên girêdayî PKKê ye. PKK çavkaniya serekeye.