Çavkaniyên wezareta berevaniya Tirkiye:: Divê PKK demildest çekên xwe radest bike
Çavkaniyên Wezareta Parastina Neteweyî ya Tirkiye ragihandin ku; Divê PKK rêxistina terorê tavilê çekên xwe radest bike û destûr nayê dayîn ku pêvajo bê dirêjkirin.
Li ser banga Serokê PKK’ê Abdullah Ocalan a ji bo ku PKK ji dev çekan berde û fesih bike, ji aliyê çavkaniyên Wezareta Parastina Neteweyî ya Tirkiye ve jî hat nirxandin.
Çavkaniyên wezaretê li ser pirsên der barê bangewaziya Ocalan ji bo danîna çekan û tesfiyekirina rêxistinê da wiha daxuyanî dan:
“Di 27’ê Sibatê de bang li rêxistina terorê hat kirin ku dev ji çekan berde û rêxistinê hilweşîne. Hêjayî gotinê ye ku rêxistinê bi derengî jî be fêm kir ku bi terorê re nikare bigihîje tu derê, jiyana xwe temam kiriye û ji bilî fesihkirina xwe tu çareyek din nemaye. Weke ku di bangawaziyê hatî kirin de, divê PKK û hemû komên xwe bê şert û merc dev ji çekan berdin û çekên xwe radest bikin.”