Civak

Asayişa Kurdistanê kuştina Ebû Huzeyfe piştrast kir

Encumena Asayîşa Herêma Kurdistanê piştrast dike ku îro beriya nîvro 11-1-2016ê li navçeyekê li bakurê Hewîceyê terorîst Ehmed Ebdullah Hesen Berpirsê leşkerî yê dervera Dibis a DAIŞê, ku wek (Ebû Seyif û Ebû Huzeyfe û Leyis) dihat naskirin, di bombebarana balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî de hatiye kuştin.Navhatî berê serperiştyarê perwerdeya çekdarên DAIŞê dikir li Hewîce li navenda Ebp Umer Bexdadî , piştre bû serpirştiyarê piraniya karên terorîstî yên DAIŞê li gundên bakurê rojavayê Kerkûkê wek qeretepe û bacwan û navçeya Dibis. Herwiha çendîn car jî xwekujên DAIŞê şandine nava Kerkûkê û wek gefekê bû li ser Herêma Kurdistanê.Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê11-1-2016

Back to top button