Li gora malpera fermî ya Hikûmeta Kurdistanê, di hevdîtinê de ku Marko Karnîlos pesnê mêrxasî û lehengiya Pêşmerge di şerê DAIŞê de da û spasiya gel û hikûmeta Kurdistanê jî kir ji bo hewandina ewqas koçber û penaber.Li gorî nûçeyê, Karnîlos her wiha eşkere kir ku Îtalya dê li ser alîkarîkirina Pêşmerge di şerê DAIŞê de berdewam be û dê tîmeke pisporên leşkerî ya din bişîne Kurdistanê.Serokwezîr Barzanî spasiya Îtalya kir ji bo alîkariyên leşkerî û mirovî û daxwaz kir ku alîkariyên mirovî ji bo koçber û penaberan zêdetir bin.Serokwezîrê Herêma Kurdistanê derheqê şandina pisporên leşkerî jî kêfxweşiya xwe anî ziman û ragihand, Kurdistanê amade ye her cure hêsankarî û alîkariyekê ji bo wan pisporan bike.Hat gotin ku di pêşwazîkirina şanda Îtalî de, Wezîrê Samanên Sirûştî Aştî Hewramî, Wezîrê Navxwe û Wezîrê demkî yê Pêşmerge Kerîm Sincarî, Wezîrê Plandanînê Elî Sindî û berdevkê Hikûmetê Sefîn Dizeyî jî amade bûn.
Pêş
23/07/2026
Biryara Dadgeha Destûrî di derbarê PWKê de
23/07/2026
Deriyê Nisêbîn Qamişlo dê beriya dawiya salê were vekirin.
Balkêş e ?
Close
-
Dîmenek ji têgihandina rastiya PKKê…!22/07/2026


