Arteşa Suriye ket rojavayê Kurdistanê

Rewşa êrîşa Tirkiye ya Suriye û rojavayê Kurdistanê piştî helwesta hinek welatan ber bi pêvajoyek nû ve diçe.

Eve 6 rojin şer berdewam e. Operasyona Tirkiye û çekdarên opozisyona Suriye di fermandariya Tirkan de bi pişgiriya Rusya û rêdana Amerikayî destpê kir. Di civîna FN konseya ewlehiyê de Amerika û Rusya bi hevre rênedan ku helwesta Tirkiye bê şermezar kirin. Herweha Rusya Konseya Ewlehiyê de daxwaziya sekinandina şer veto kir.

Tirkiye hinek deverande pêşket. Amerikayê leşkerên xwe li deverên ku şer heyî vekişandin. Trump vekirî got HSD balefirên we tunene hun nikarin şerê Tirkiye bikin xwe bidin aliyekî.

HSDê li gel rejima Suriye li hev kir û deverên wek Mincibê , Raqa û yanî gelek cihên di destê HSDê de radestî rejimê kirin. Herweha hemû xeta sinor jî radestî rejimê kir. Rusya li vê hevhatina rejimê û HSDê de rolek taybet leyizt. Bi vê yekê niha li Suriye û rojavayê Kurdistanê piranî kete di bin destê rejimê de û hinek deverên wek Idlibê di destê opozisyonê de mane. Efrin û heta Minbic jî di destê Tirkiye de ye.

Niha rewş tê guhertin.Leyiztika li herêmê hati kirin bi siyaseta xelat ya PKKê cardin sere rojavayê Kurdistanê de teqiya. Niha li rojava rejim serdeste .

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: