Hevpeymaniya Navdewletî: Em metirsiya pevçûnê li gel hêzên din kêm dikin

Hevpeymaniya navdewletî ragihand ku di heyama çend rojên dawîn de firokeyên hevpeymanê ti êrişeke asmanî li Dêre Zor an jî Reqqayê encam nedaye.

Hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞê ji Rûdawê re ragihand ku wan metirsiya pevçûneke serbazî li gel hêzên din ên li Sûriyê kêm dikin û ev yek jî bi rêya kenalên peywendiyan pêk tê.

Êrişa Tirkiyê û grûpên tundrew ên opozîsyona Sûriyê roja 9ê vê mehê êrişa bo ser Rojavayê Kurdistanê dest pê kir û heta niha tevî dijayetiya hejmareke zêde ya welatên cîhanê Tirkiye êrişa xwe berdewam dike.

Ji bo sizadana Tirkiyê ji ber êrişa bo ser Rojavayê Kurdistanê, her 28 welatên endamên Yekitiya Ewropayê di kombûnekê îro ya welatên derve ya welatên endam li Luksemburgê rêkeftin ku firotina çekan bo Tirkiyê qedexe bikin.

Ew welat ditirsin jinûve bihêzbûna DAIŞê dengê wan li hember êrişên Tirkiyê bilindtir e li hember Tirkiyê ku maweyê şeş roj e Tirkiyê êrişa bo ser Rojavayê Kurdistanê daye destpêkirin. Fransa, Swêd û Holandayê zêdetir ji Almanyayê daxwaz dikin Tirkiye bê sekinandin.

 

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: