Cîhan

Trump: Emê Tirkiye ceza bikin

 

Serokê Amerîkayê Donald Trump bi daxuyaniyeke nivîskî plana xwe ya bo cezayên ser aboriya Tirkiyê ya ji ber êrişa wî welatî bo ser Rojavayê Kurdistanê eşkere kir û herwiha diyar kir ku ew dê sizayên nû bixe ser aboriya Tirkiyê.

Donald Trump biryarnameyek derxist û dibêje ew dê heyameke nîzîk de sizayên nû bi ser Tirkiyê de bisepîne.

Li gor biryarnameya Trump berpirsên niha û yên pêştir ên Tirkiyê ku bûne sedema têkdana aramiya rojhilatê Feratê û binpêkirina mafê mirov û awarebûna xelkê dê benê cezakirin.

Trump herwiha dibêje ew dê baca liser polaya (çelîk) Tirkiyê bo ji sedî 50 zêde bikie.

Serokê Amerîkayê di heman demê de da zanîn ku ew dê danûstandinên xwe yên derbarê rêkevtina bazirganiya 100 milyar dolar an de bide rawestandin.

Di daxuyaniya xwe de Trump dibêje: “Divê Tirkiye xelkê sivîl, bi taybetî pêkhateyên etnîkî û olî li bakûrê rojhilatê Sûriyê biparêze. Ez bi temamî li gel Serok Erdogan zelal bûm ku pêngava Tirkiyê dê bibe sedema kirîza mirovî û rewşek dê çêbe ku tawana şer têde rûbide.”

Trump amadebûna xwe bo wêrankirina Tirkiyê nîşan dide ku li ser  “vê riya xwe ya metirsîdar û wêranker” berdewam be.

Back to top button