HSD ket di bin fermandariya hêzên rejima Suriye de
Rîveberiya xweser li gel rejima Suriye li hevkirin û HSDê cihên di destê xwe de radestî rejimê kirin. Seranserî sinor hêzên rejimê cih dibin.
Li gora agahdariya şevîdin ve hêzên rejima Suriye di nava Hasekî û Qamişlo de belav bûne. Piraniya cihan de hêzên HSDê cil û bergên hêzên çekdarên rejimê li xwe kirine û ketina di bin fermana rejimê de.
Li gora berpirsên HSDê didin xûyakirn, li hevhatina wan li gel rejima niha bi tenê di ware leşkerî de ye.
Rîkeftina HSDê û Artêşa Artêşa rejima Suriye:
-Artêşa Sûriyê dê bi dirêjahiya sînorê Rojava û Sûriyê belav bicih bibe
-Artêşa Sûriyê dê bikeve navenda bajarên Minbic û Kobaniyê
-Artêşa Sûriyê dê bikeve Tebqa, Benda Firatê li Reqqayê û Mensûreyê
-Rafîneriya petrolê ya li Dêrê Zorê dê radestî Artêşa Sûriyê bê kirin
Herwiha hatiye gotin ku Artêşa Sûriyê heta demjimêr 15.00an roja Duşemê, dem da ye ku Qamişlo radestî wan bê kirin
Rêveberiya Xweser daxuyaniyek belav kir û dibîje: “Em li gel hikûmeta Sûriyê gihiştin rêkeftinê ji bo ku Artêşa Sûriyê bi dirêjahiya sînorê Sûriyê û Tirkiyê bicih bibe. Ji bo ku hevkariya Hêzên Sûriya Demokrat bike bo rûbirûbûna li hember wê êrişê û ji bo rizgarkirina wan navçeyên ku artêşa Tirkiyê û kirêgirtiyan kontrol kirine.”
Li aliyê din tê gotin ku Rûsya li ser daxwaza HSDê razî bûye ku navçeya dijefirînê bê ragihandin û herwiha hatiye gotin ku balafirên Rûsî li ser herêmê geriyane bo rêgiriya firokeyên Tirkiyê.