Arîel Şaron ji nexweşxaneyê derket
Serokwezîrê berê yê Îsraîlê Arîel Şaron ji neweşxaneyê derket. Şaron çar salê xwe yê dawiyê li nexweşxaneyê derbas kir.
Şaron jiyana xwe bi girêdayiyê makîneyan re didome lê hate diyar kirin ku li ser daxwaza malbata wî ji nexweşxaneyê hatiye derxistin û wî birin mala xwe yê Necefê.
Arîel Şaron ji Navenda Nexweşxaneya Sebayê di bin ewlakariyê de ji mala xwe yê Necefê re hate birin.Di dema birinê Şaronê de polês û îstixbaratên Îsraîlî ji amade bûn.
Bijîjkên Şaronê di daxuyaniyên xwe yên berê de da zanîbûn ku, ji bo ku Şaron di mala xwe de bimîne pêwîstiyên xwe yên tibbî hatin amadekirin.
Şaron 82 saliye
Arîel Şaron di sala 1928an de li Filîstînê ji dayik bûye.Şaron di dema leşkeriyê xwe de her tim ji aliyê berpirsyaran ve kesek welatperwer hate nîşandan. Lê her tim jî nerazîbûnên Fîlîstîniyan re rû bi rû ma. Di sala 1982an de Libnan di bin Wezaretiya Parastina Şaronê de hatîbû dagirkirin.
Arîel Şaron di sala 2001an de bi soza ‘’Ewlekarî û Aştiyekî rast’’ bûbû Serokwezîrê Îsraîlê. Di pêvajoya Serokwezîriyê Şaronê de ‘’Diwara Ewlekariyê’’ hatîbû avakirin.
Arîel Şaron di sala 2006an de û dema ku Serokwezîr bû ji mêjiyê xwe ve nexweş bû û dû re jî ketîbû komayê. Şaron di pêş de li nexweşxaneya Hadassa Ein Keremê mabû pişt re jî ji nexweşxaneyê Navenda Nexweşxaneya Sebayê re hatîbû rakirin.